Gorên Sêvê, Pakîze, Fatma û Mehmet Tûnc hatin ziyaretkirin
Gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Silopiyayê û ya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin ziyaretkirin.
Gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Silopiyayê û ya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin ziyaretkirin.
Gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar ên dema berxwedana xwerêveberiyê ya li Silopiyayê û yên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç û Agît Kuçuk, Mehmet Kaplan, Rizgar Yildiz û têkoşerên din ên li Cizîrê hatin qetilkirin hatin ziyaretkirin. Li gel Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez, malbatên Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Şirnexê jî tevlî serdana li Goristana Nalaro bûn.
Di ziyaretê de kurê Orhan Tûnç Bêkes, li goristanê rê li ber demên hestewar vekir. Malbatan hevûdu hembêz kirin, gotin, “Botan neket, nakeve. Soza me ji bo şehîdên me ye, em ê bi ser kevin.”
Her wiha, malbatan kulîlk danîn ser goran, ji ber hêzên dewletê alên kesk, sor û zer şewitandibûn jî alên nû bi goran daliqandin.