Şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî ku di hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Şehîdgeha Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhûze yê li rojavayê bajar hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî ku di hemleya Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Şehîdgeha Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhûze yê li rojavayê bajar hat veşartin.
Li gel Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, Fermandarên QSD’ê, Edamên Rêveberiya TEV-DEM, Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ên Kobanê û Girê Spî bi sedan kes ji pêşiya Nexweşxaneya Wetenî ya li bajêr ketin ser rêya Şehîdgehê.
Li şehîdgeha Şehîd Mehmûd Tamê, piştî ku merasîma leşkerî hat lidarxistin, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen axivî û destnîşan kir ku bi saya fedayetiya têkoşeran niha li Bakurê Sûriyê jiyanek demokratîk tê avakirin. Hesen soza şopandina riya têkoşeran nû kir û bi dirûşmeya “Bijî Yekîtiya Xaka Sûriyeyê û Bijî Şehîd” gotinên xwe bi dawî kirin.
Paşê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Girê Spî Ebdullah Hesen û Endama Kongra Star Zelîxe Ebdî axivîn û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin.
Piştî axaftinan nasnameya têkoşer Reşîd Girê Spî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê QSD’ê Reşîd Girê Spî bi tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.