Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got; “Beriya niha bi 89 salan, temenê Seyîd Riza hat biçûkkirin, ê kurê wî hat mezinkirin û li gel rûspiyên Dersîmê hatin darvekirin. Ev îdam, di şexsê Seyîd Riza û rûspiyên Dersîmê de wek sembola qirkirina Dersîmê pêk hatiye. Ew kesên ku ev qirkirin pêk aniye em bi nefret şermezar dikin, şehîdên xwe yên bi serbilindî çûne îdamê jî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Qirkirina Dersîmê, sepanînê qirkirinê ya herî berfireh e ku sala 1925’an bi darvekirina Şêx Saîd û hevrêyên wî pêk hatine” û wiha dewam kir; “Bi qirkirina Dersîmê ve di qirkirina Kurdan de gavek mezin hatiye avêtin; sepanînên din ên piştî vê jî li ser ezmûna qirkirina Dersîmê hatiye berfirehkirin. Qirkirina ku 1937 û 38’an bi gotina ‘em medeniyetê dibin’ pêk hat, îro jî di bin heman navî de didome. Yên li dijî vê li ber xwe dane jî mîna 1937 û 38’an wek kesên ku li dijî medeniyet û pêşketinê derketine hatine nîşandan. Sazî û dezgehên mêtinger kapîtalîst qirker ên bi hedefa tinekirina civakbûna Kurd lewre jî tinekirina Kurd ketine Kurdistanê, îro jî wek birina medeniyetê tê îfadekirin.
Qirkirina Dersîmê kiriye hedef ku bi îdaman îradeya Kurd bişkîne, gelê Dersîmê bi sîstema perwerdeya Tirk ve Tirkî bike. Zext û zorên li Dersîmê ji bo vê pêk hatine. Lewre jî berê Dersîmiyan dane rojavayê Tirkiyeyê. Bi rêka dibistanên herêmê yên şevnîşî, saziyn din ên perwerde û çandê ve hewl hatî dayîn ku Dersîmiyan ji nasnameyan, cewherê wan û çanda wan dûr bixin. Lê, gel û ciwanên Dersîmê tevlî têkoşîna demokrasiyê bûne, di tevgerên şoreşger de cih girtine, li dijî qirkirinê li ber xwe dane; ev berxwedana jî bi peykerê Seyîd Riza yê li Qada Dersîmê nîşan dane. Eger îdam mîna sembola qirkirina Dersîmê hatibe çêkirin, peykerê Seyîd Riza jî li dijî vê xwedîderketina li nasname û çanda xwe hatiye danîn.”
‘DIVÊ DERBEYA DAWÎ YA WÊ LI MÊTINGERIYA QIRKER BIKEVE BÊ NÎŞANDAN’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand li ser van xisûsan;
“Gelê Dersîmê û Kurdan li dijî qirkirinê li ber xwe dane; lê mêtingeriya qirker dest ji van polîtîka û sepanînan bernedaye. Girtina hevşaredaran û li şûna wan bicinkirina qeyûman bûye îspata vê ya herî eşkere. Di salvegera darvekirina Seyîd Riza de binçavkirina Hevşaredarên Dersîmê ne tesaduf e. Dewleta Tirk van sepanînên xwe hetr tim bi sepanînên mîna vê re di heman dîrokê de pêk tîne. Bi awayekî zanebûn 24’ê Tîrmeha 2015’an di salvegera Lozanê de şerê topyekun daye destpêkirin, ketina wê ya Sûriyeyê di 500. salvegera şerê Mercîdabikê de pêk hatiye.
Girtina tevahî siyasetmedarên demokratîk, îradeya siyasî ya têkîldarî Kurd nehiştin, îfadeya vekirî ye ku qirkirina 1937-38’an îro jî tê domkirin. Lewma jî divê hem gelê Dersîmê hem jî tevahî gelê Kurdistanê vê polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP’ê bibîne, berxwedana xwe derxe wê astê ku vê polîtîkayê bişkîne. Eger mêtingeriya qirker li dijî gelê Kurd şerê ku wê derbeya dawî lêxe dimeşîne, pêwîst e gelê Kurd, tevahî hêzên demokrasiyê û dostên wê jî berxwedana ku wê derbeya dawî li vê mêtingeriya qirker bixe nîşan bide. Desthilatdariya AKP’ê şerekî tinekirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Divê gelê Kurd jî li dijî vê berxwedana hebûnê ya dîrokî deyne holê.
Gotin û êrîşên desthilatdariya AKP’ê nîşan dide ku wê demên pêş bi berxwedanek mezin a dîrokî derbas bibe. Li dijî êrîşên qirkirinê, em bi xeyalên Seyîd Riza û hevrêyên wî, Şêx Saîd û hevrêyên wî û bi hêrsa li dijî darvekirina wan, ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk em berxwedanê mezin bikin. Tenê em dikarin wisa ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevrêyên wî, bi deh hezaran mirovên ku di qirkirina Dersîmê de hatin qetilkirin bibin bersiv.
Wek neviyên Seyîd Riza em careke din nîşanî tevahî cîhanê bidin ku em ê li ber mêtingeriyê çokan neşkînin.”