Serokên Odeyên Bajarê Mêrdînê qeyûm protesto kirin
Serokên Odeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi civîna ku li dar xistin qeyûm protesto kirin.
Serokên Odeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi civîna ku li dar xistin qeyûm protesto kirin.
Piştî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girt û şûn de waltiyê Mêrdînê weke qeyûm ji bo Şaredariya Mêrdînê hate wezîfedarkirin. Waliyê Mêrdînê Mûsafa Yaman ê ku weke qeyûm hate avêtin, li gel polîsan çû avahiya şaredariyê û hemû personelên şaredariyê derxist derve. Piştre jî qeyûmê walî yê ku xwest di avahiya şaredariyê de civînê li dar bixe ji aliyê Serokên Odeyan û personelan ve hate protestokirin. Ti serokên odeyan ku li bendê bû beşdarî civîna qeyûm ê ku wê saet 14:30’an li dar bixistiba beşdar nebûn û qeyûm protestokirin.
Bi sedan personelên ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê jî li baxçeyê şaredariyê kom bûn û bertek nîşan dan.