Mala we li pêş çavên we xera dibe. Tevî kêfxweşî, êş û xemgîniya ku we bi salan tê de hewandine. Tevî bîranînên we, siberoja we jî li qemyonan tên barkirin û ber bi cihekî nediyar ve tên birin. Û tiştek ji destê we nayê, bi tenê lê temaşe dikin. Bi tenê hêvî dikin ku ev yek xewnek be. Ya ku li Şirnexê diqewime ev e.
Hin jê li xaniyê xwe, hin jî li cenazeyê zarokê xwe dinere di nava vî xirbeyî de. Bi hêvî û bi serbilindî. Qemyon û maşînên kar hê jî xera dikin. 5 tax bi temamî ji holê hatine rakirin. Lembeyên li ser rê, tabelayên rê jî hatine rakirin. Mîna ku li van taxan zarokan qet bi gokê nelîstine. Şirnex dişibe bajarekî di erdhejê de hilweşiya ye.
Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Elman, di sala 1937'an de bombe li Gûernîca barandin, ku hingî di destê mûxalîfên li dijî dîktator Franco de bû. Pablo Pîcasso hilweşîn û hovîtiya li vî bajarî di wêneyekî xwe de xêz kir û ji bo pirsa "Gelo we ev çêkirine?" Pîcasso bersiva "Na, we ev kirine" da.
Hê kesî vê hilweşîn û wêrankirina li Şirnexê nekiriye wêne, lê her kesên ku ev hovîtî dît, dizane ku ev wêneyê di hişê wan de bi cih bûye, berhema AKP'ê ye. Belê, ev rewşa heyî ya li Şirnexê tabloyeke rejîma AKP'ê ye! Li ser kaxizekê nehatibe xêzkirin jî, di hiş û mejiyê mirovan de zelal e û cihgir e.
Bajarê ku bi rojan top lê bariyan. Kolan û taxên bi rojan ji aliyê kepçe û dozeran ve hatin xerakirin. Hewldana jêrbirina paşerojê, hewldana bênasnamehiştinê. Ev tablo yek ji mezintirîn berhemên AKP'ê ye ku di nava rûpelên dîrokê de cih girtiye. Ji bo vê berhema afirandiye, AKP'yî çiqasî pesnê xwe bidin, kêm e!
Kolonyalîzmê rûyê xwe yê herî wêranker careke din li Şirnexê nîşan da. Civakên ku nikarin bên asîmîlekirin, hewl tê dayîn bi komkujî û sirgûnê bên terbiyekirin. Şirnex bajarekî hilweşiyayî jî be, mîna Cûdî, Gabar û Besta bi heybet e û bi hêvî ye.
Hewl tê dayîn birînên li bajêr werin pêçandin. Dikandar dikanên xwe dimalîne. Li taxên saxlem man e, karên binesazî û kişandina xeta elektrîkê dewam dike. Mirovên xaniyê wan zerar lê bûne, hewl didin ava bikin.
Malbata Alp jî ji heft heta heftê salî ji bo çêkirina xaniyê xwe seferber bûye. Biçûkê malbatê Rênasê 4 salî ye. Bi wan destên xwe yên biçûk radihêje bêr û satil û alî mezinên xwe dike.
Malbat dibêje; 'tevî ku xaniyê wan bûye xirbe, hêviya wan hê heye. Di salên 90'î de ji şewitandina gundan em hînê terora dewletê bûne.' Dîwarên hatiye xerakirin ji nû ve hatine lêkirin. Pêwîstiya herî mezin jî bi alavên nava xênî heye. Bav Arîf Alp dibêje ew ê bi demê re wan jî peyda bikin û wiha dewam dike:
"Me dît, lê bêwijdaniyeke bi vî rengî nedît. Xaniyên tiştek pê nehatiye jî xera dikin. Gelo ev qet ji Xwedê natirsin? Em ê bi ti awayî cih û warên xwe neterikînin. Bi mehan em li binê konan man, em ê dîsa jî lê bijîn. Eger pêwîstî pê hebe em ê biçin gund, lê em ê vê derê neterikînin."
Li Şirnexê ku pênc taxên mezin bi temamî hatine hilweşandin, li sê taxên din jî xanî hê tên xerakirin. Bajar veguheriye şantiyeyeke mezin. Li nuqteyên ketin û derketina bajêr, maşînên zirxî hene. Her kes di nava bêdengiyekê de ye.
Şirnexiyên ku mîna axa xwe bi biryar û berxwedêr in, birînên xwe dipêçin. Ev birîna çendan e nayê zanîn, lê belê piştî her birînê, şopa wê dimîne. Ev şop ji bo hişê kolektîf û civakî girîng e. Sîstem herî zêde dixwaze vê tine bike. Civakeke bê hiş dixwaze!
Şirnexiyên ku di nava her şert û mercî de xwedî li nasnameya xwe derketine, wan gelekî ditirsîne.