Qeyûmê li Amedê hewl dide rûmeta xebatkarên şaredariyê bişikîne
Qeyûmê AKP'ê, ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kiriye, serê her sibehê bi rengekî biçûkxistinê xebatkarên şaredariyê di kontrolê re derbas dike, bi kamerayê dide şopandin û malperên wan ên înternetê dide kontrolkirin.
SEDAT SÛR
AMED / ANF
în, 18 sermawezê 2016, 07:12
Desthilatdariya siyasî, ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli da girtin û bi vî awayî darbe li vîna gel kir, di çarçoveya vê darbeyê de Qeymeqamê Etîmesgût a Enqereyê Cûmalî Atîlla weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Qeyûm Atîlla piştî ku dest danî ser karê şaredariyê, avahiya şaredariyê veguherand qereqolê.
Xebatkarên Şaredariyê, danê her sibehê dema dest bi kar dikin, li pêşiya avahiya şaredariyê bi rengekî biçûkxistinê ji aliyê polîsan ve tên kontrolkirin. Polîsên Tirk xebatkarên şaredariyê dikin yek rêz, di cîhazên X-Ray û kontrolê re derbas dikin. Lewma li pêşiya şaredariyê rêzeke dirêj a ji xebatkaran çêdibe. Danê her sibehê li pêşiya avahiya şaredariyê, dîmenekî mîna yê darbeya 12'ê Îlonê derdikeve holê. Ev hewldanên şikandina rûmetê ya li dijî xebatkaran, li nava avahiya şaredariyê jî dewam dikin. Yek ji xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ev nêzîkatî û hewldanên ji bo şikandina rûmeta wan, ji ANF'ê re vegot.
'BI RENGEKÎ KU RÛMETA MIROVAN BIŞIKÎNE, LÊGERÎNÊ DIKIN'
Xebatkarê Şaredariyê da xuyakirin, ku lêgerîn bi rengekî rûmeta mirovan bişikîne tê kirin û got, "Di dema lêgerînê de kemer, saeta me tên derxistin, em di cîhaza X-Ray û kontrola giştî re tên derbaskirin. Carna kesek bi çend deqeyan tê kontrolkirin. Li pêşiya derî jî polîs me dixin rêzê." Xebatkarê Şaredariyê bal kişand ser bandora neyînî ya vê rewşê li ser derûniya xebatkaran û anî ziman, ev hewldanên ji bo şikandina rûmetê û îşkenceyê di nava rojê de li nava avahiya şaredariyê jî dewam dikin.
'AVAHÎ BI POLÎSAN DAGIRTÎ YE, ZEXT LI XEBATKARAN TÊ KIRIN'
Xebatkar ragihand, avahî bi polîsan dagirtî ye, qatên yekemîn û duyemîn bi temamî di kontrola polîsan de ne û wiha dewam kir: "Polîs timî dest li xebatkaran werdidin. Timî tên heta maseyên me yên kar û kontrolê dikin. Xebatkar êdî naxwazin bên avahiya şaredariyê. Zexteke giran a psîkolojîk heye û heqaret tên kirin."
Xebatkar da zanîn, mirovên bi dehan salan li şaredariyê dixebitin niha di rewşeke binçavkirî de ne û diyar kir, kompûter û înternet tên kontrolkirin, ew timî bi kamerayan tên şopandin.
'AKP'YÎ BI TAYBETÎ TÊN PARASTIN'
Xebatkarê Şaredariyê da xuyakirin, ku karmendên AKP'yî yên ji berê ve li şaredariyê dixebitin ji aliyê polîs û qeyûm ve bi taybetî tên parastin û zexta li wan tê kirin li AKP'yiyan nayê kirin. Xebatkar got, "Payeya AKP'yiyan bi taybetî tê bilindkirin. Tên parastin û hewldanên rûmet şikandinê yên li me tên kirin, li wan nayê kirin."
Xebatkar bibîr xist, ku Hevşaredar berê bi rengekî wekhev nêzî hemû xebatkarên şaredariyê dibûn, lê niha qeyûmê şaredarî dagir kiriye, tevî polîsan bi cihêrengî nêzî xebatkaran dibin û zexta li ser wan timî zêde dikin.