Ahmet Turk qeyûm protesto kir: Wê nikaribin bi ser bikevin!

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, bi rêya qeyûman wê nikaribin wan têk bibin. Parlamenterê HDP'ê Aslan jî got, "Gelê me wê bi ti awayî van 'serokên' korsan qebûl neke."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, qeyûmê li şûna wî hatiye bicihkirin, li ber avahiya şaredariyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

Turk destnîşan kir, ku ev êrîş ji ber hêrsa li dijî destketiyên Kurdan ên li Rojava tên kirin û got, "Hewl didin bi 'Plana Têkbirinê' re me têk bibin. Ev tişt berê jî hatibû serê me. Wê çaxê nikarîbûn me têk bibin. Niha jî wê nikaribin. Wê nikaribin bi ser bikevin."

Ahmet Turk anî ziman, AKP bi polîtîkaya ji feraseta tekparêziyê hewl dide welêt bi rê ve bibe û nikare xwe li dengekî cuda rabigire. Hevşaredar Ahmet Turk got, "Em ê li dijî hewldanên afirandina Tirkiyeyeke ji yek dengî, têkoşîna xwe bidomînin."

ASLAN: EM Ê TEVÎ GELÊ XWE LI BER XWE BIDIN

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî qeyûmê hat tayînkirin weke 'serokê korsan' bi nav kir. Aslan got, "Gelê me wê van serokên korsan bi ti awayî qebûl neke. Em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin."