Kobanê 2 şervanên xwe oxir kirin
Şervanê YPG’ê Ferhat Qoser (Hakan Bîrmic) û endam Hêza Asayîşê Salih Ehmed ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Ferhat Qoser (Hakan Bîrmic) û endam Hêza Asayîşê Salih Ehmed ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Ji bo oxirkirina cenazeyên her 2 têkoşeran bi sedan welatiyê Kantona Kobanê li pêşiya nexweşxaneya bajarê Kobanê li hev kom bûn.
Girseya gel piştî ku darbestên cenazeyan wergirt, bi konvoyekî berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya li ser rêya gundê Termik.
Dema ku konvoya cenaze gihişte goritsanê ji aliyê bi sedan welatiyê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, Asayîşa Rojava û wêneyên şehîdan bi destê xwe hildabûn, hate pêşwazîkirin.
Li goristanê ji aliyê endamên hêzên Asayîşa Rojava ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Îsmayîl Silêman axivî û soza şopandina rêça şehîdan nû kir.
Ji rêveberên Kongreya Star jî Semîra Ehmed ji malbatên her 2 şehîdan re serxweşî xwest û got ku ew ê ji bo pêkanîn xewîn û armancên şehîdan kar bikin.
Darbestên cenazeyên her 2 qehremanan di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd namrin” de hatin oxirkirin.