Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser êrîşên qirkirina siyasî yên AKP dibe ser şaredariyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku herî dawî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan û Mêrdînê û Şaredariyên Sêrt û Dersîmê yên DBP'yî bûne hedefa êrîşên qirkirina siyasî û hat gotin, "Di çarçoveya van êrîşan de Hevşaredarê me yê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredarên me yên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl tevî bi dehan rêveberên me dîl hatine girtin. Di heman demê de Şaredariyên me yên Mêrdîn, Wan û Sêrtê hatine talankirin, Hevşaredarên me Ahmet Turk, Bekîr Kaya û Tûncer Bakirhan ji wezîfeyê hatine dûrxistin, li şûna wan jî walî û alîkarên walî hatine tayînkirin."
'JI BER KU NIKARE DI HILBIJARTINÊ DE BI DEST BIXE...'
Navenda Giştî ya DBP'ê destnîşan kir, ku AKP'ê li dijî gelê Kurd, sazî û hêzên mûxalîf ên serî li ber natewîne, şer îlan kiriye û wiha dewam kir: "Ev êrîşên ne hiqûqî û ne qanûnî, ku ji bo şikandina vînê û teslîmgirtinê tên kirin, yên serdema darbeya 12'ê Îlonê jî derbas kirine. Desteserkirina şaredariyên me ku bi kedeke mezin a gelê me hatine qezençkirin, bêhurmetiya herî mezin a li vîna gelê me ye. Hevşaredarên me yên Bajarên Mezin Amed, Mêrdîn û Wan jî di nav de 34 şaredariyên me yên ku nikarîbû bi hilbijartinê bi dest bixe, bi destê qeyûm, bi rengekî nehiqûqî desteser kiriye."
'GELÊ ME WÊ BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDE'
Di dawiya daxuyaniya DBP'ê de hat gotin, "Dibe ku hûn bi zora polîs û leşkeran dikarin dest deynin ser şaredariyên me. Lê belê hikûmeta AKP'ê tenê dikare şaredariyan dagir bike. Bi ti awayî nikare gelê me bi rê ve bibe, nikare telê me temsîl bike. Gelê me bi dehan salan e li dijî vê feraseta dagirkeriyê li ber xwe dide û têdikoşe. Ev êrîş û zext nikarin bi gelê me. Bi tenê dibin sedema mezinkirina berxwedan û têkoşîna me.
Gelê me wê li dijî van êrîşên dagirkeriyê, çawa ku berê teslîm nebû û li ber xwe da, wê îro jî bi berxwedanê bersivê bide."