Li Ezazê êrîş: 30 çete mirin
Li Ezazê di êrîşa wesayîta bombebarkirî de 30 çete mirin.
Li Ezazê di êrîşa wesayîta bombebarkirî de 30 çete mirin.
Li gor çavkaniyên pêbawer ên li Ezazê, li dijî depoya cebilxaneyê ya çeteyên Nûreddîn El Zenkî bi wesayîtek bombebarkirî êrîşke hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 çete mirine.
Piştî teqînê, li herêmê dengê çekan bilind bû.
Ev çend roj in, li Ezazê komên çete yên Nûreddîn El Zenkî û Ehrar El Şam û her wiha çeteyên Cephe El Şamiyê û Asîfet El Şemal pev ketine.