Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Kaya hat girtin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hat girtin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê ji bo were girtin radestî dadgehê hat kirin.

Dadgeha Tirk bi îdîaya "bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" biryara girtina Kaya da.

Mîmar Zelal Tanli jî bi heman hincetê hat girtin. Serokê Daîreya Karên Fenê M. Yalim Eryîgît, Serokê Daîreya Xizmetên Destekê Cûma Koyluoglû û teknîkerê înşaetê Can Taylan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.