KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Ezazê çete pevketin
Çeteyên ku dewleta Tirk destek dikin, li Ezazê dîsa pevketin. -
Şervanê QSD’ê Seyîd li gundê Restamê hate defin kirin
Şervanê QSD’ê Ehemd Seyîd ê ku di pêngava “Xezeba Firatê” de ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya bi sedan welatiyan li Girê Spî bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Li Efrînê 5 şervanên azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkir
li Efrînê cenazeyên 2 şervanê YPG/YPJ, 1 encamê Erka Xweparatinê, 1 endamê Gumrikê û 1 jî endamê Hêzên Asayîşê ku di demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Refîq ya Kantona Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Cenazeyên 5 gerîlayan hate teşxîskirin
14 gerîlayên HPG’ê ku di encama bomberana balafirên şer ên artêşa Tirk de ya ku li bejahiya Dersimê şehîd ketibûn, ji wan cenazeyê 5’an hatin teşxîskirin. -
‘Divê hemû derdorên demokrat bi her awayî piştgiriyê bidin gelê Şirnexê’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk got: “Em bang li hemû derdorê demokrat û sosyalîst dikin, divê bi her awayî çi madî çi menewî piştgiriyê bidin gelê Şirnexê. Weke PKK’ê jî em ê heta dawiyê li pişt gelê Şirnexê bin.” -
Rojnamevan Perîhan Kara hat girtin
Rojnamevan Perîhan Kara bi hinceta wêneyên ku bi telefonê kişandî hat girtin. -
Li Minbicê dewleta Tirk hate şermezarkirin
Endamên Meclîsa Sivîl a Minbicê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şehba û Efrînê de şermezar kirin. -
Cenazeyê şervanê YPS Mûtlû piştî 10 mehan rastî malbatê hat kirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Abdûllah Mûtlû yê di berxwedana xwerêveberiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hat derxistin û radestî malbatê hat kirin. -
Bila bên, ew ê têkçûyina herî mezin a dîrokê bibînin!
Cemîl Bayik: Qaşo behsê dikin ku wê operasyona Qendîlê, nizanim çi bikin. Dikarin, bila bên. Wê gelê Kurd bi kulîlkan wan pêşwazî neke. Dibe ku têkçûyina wan di dîrokê de ya herî mezin be. -
‘Operasyona Mûsil ber bi pêş ve diçe’
Ji Fermandarên Odeya Çalakiyên Hevpar a Iraqê Maenen, diyar kir ku DAÎŞ nûçeyên derew belav dikin, operasyona Mûsil ber bi pêş ve diçe. -
Çelîk a HDP’yî: Wê gel biryarê bide em ê çi bikin
HDP û DBP li Colemêrgê bi gel re civiya. Parlementera HDP’ê Çelîk , diyar kir ku ji niha û şûn de rêya ku em li ser bimeşin wê gel xet bike. -
Li pêş Xezeba Firatê ti ‘Mertal’ nasekinin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, 5 gund û 4 gundikên din ên li başûr û başûrrojhilatê Eyn Îsayê di çarçoveya azadkirina Reqayê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Çete û artêşa Tirk Til Rifatê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bajaroka Arfad (Til Rifat) bombe dikin. -
HPG: 5 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
HPG: Em ê şopdarên ruhê wan ê fedayî bin
HPG'ê nasnameyên 7 gerîlayên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, "Em her heft hevrêyên xwe yên di demên cuda de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê şopdarên ruhê wan ê fedayî bin." -
Dîmenê çalakiya canbexşane ya li dijî Qereqola Axe
Gerîla TV dîmenê çalakiya canbexşane ya 25'ê Gulana 2016'an weşand, ku li dijî Qereqola Axe ya navbera navçeyên Mîdyat û Kerboranê yên Mêrdînê hat lidarxistin. -
Tirkiyê û DAIŞ’ê li hev kir
Savaş Yildiz ku girêdana wî bi DAIŞ/MÎT’ê re heye got, bêyî ku Tirkiye yek guleyê biteqîne ket nava Cerablûsê û ev yek nîşan dide ku di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de peyman hatiye danîn. -
'Divê em nehêlin Tirkiye li Qendîlê operasyonê bike'
Parlamenter û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Erdogan-AKP ji destketiyên Kurdan ditirse, lewma êrîşî HDP'ê û çar parçeyên Kurdistanê dike." -
Malbat ji bo teşxîskirina cenazeyan hatin Meletiyê
Ji bo teşxîskirina cenazeyên 14 gerîlayên HPG'ê yên li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, hatin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. -
Wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê hat rûxandin
Hêzên QSD, YPG/YPJ'ê li gundê Hişe 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin û rûxandin. -
Bi biryara Şaredariya AKP'yî, konê sersaxiyê yê HPG'yî bi zorê hat rakirin
Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê hat vedan, bi briyara Şaredariya AKP'yî bi zora zabitayan hate rakirin. -
'Êrîş ji ku tê bila bê, em ê li ber xwe bidin'
Şervanên YBŞ'ê yên Şengalê diparêzin: Di dema ku hinek direviyan de çawa ku me bi canê xwe ev gel parast, li dijî her şêwe êrîş û dagirkeriyê, em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin. -
Li gorî biryara dadgehê, yê bi ya walî bike 'endamê PKK'ê ye
Hanse Bûlût a 60 salî, ku li gorî biryara waliyê Tirk ê li Mêrdînê derneket derve, ji aliyê dadgeha heman dewletê ve ji ber ku derneket derve ji 'endametiya rêxistinê' bi 13 sal û 6 mehan hate cezakirin. -
Hevşaredara Rêya Armûşê Tayan hate binçavkirin
Polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser mala Hevşaredara Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Bêrîtan Tayan û ew binçav kirin. -
Hejmara duyemîn a 'Ozgur Gundem Zîndan' derket
Rojnameya 'Ozgur Gundem Zîndan' ku ji aliyê girtiyên jin ên li Girtîgeha Mêrdînê ve tê amadekirin, hejmara xwe ya duyemîn weşand. Rojname bi baldarî tê şopandin.