Li pêş Xezeba Firatê ti ‘Mertal’ nasekinin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, 5 gund û 4 gundikên din ên li başûr û başûrrojhilatê Eyn Îsayê di çarçoveya azadkirina Reqayê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, 5 gund û 4 gundikên din ên li başûr û başûrrojhilatê Eyn Îsayê di çarçoveya azadkirina Reqayê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hemleya Xezeba Firatê ya ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina Reqqayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 11’emîn de didome.
Hat ragihandin ku şervanên Xezeba Firatê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de ku di roja xwe ya 11’emîn de didome, ji duh ve li vê eniyê 2 kîlometreyan bi pêş ve çûne. Di encama vê pêşketinê de 3 gundikên ku navên wan nehatin zelalkirin hatin rizgarkirin. Her wiha Girê Damir ku 16 kîlometreyan dikeve başûrê bajaroka Eyn Îsayê jî ji çeteyan hat paqijkirin.
Li bereya din a Eyn Îsayê jî tevî gundên Cimcim û El-Meşhedê, 5 gund û gundikekî ku 7 kîlometreyan dikeve başûrê Eyn Îsayê ji çeteyan hat rizgarkirin.