Bi biryara Şaredariya AKP'yî, konê sersaxiyê yê HPG'yî bi zorê hat rakirin
Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê hat vedan, bi briyara Şaredariya AKP'yî bi zora zabitayan hate rakirin.
Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê hat vedan, bi briyara Şaredariya AKP'yî bi zora zabitayan hate rakirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Yavûz Korkmaz (Mûnzûr Sîverek) ê di 10-16'ê Îlonê de li Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da, pêr li Mala Serxweşiyê ya Yenîşehîr a navçeya Sêwerek a Rihayê konê sersaxiyê hat vedan. Piştî serdana saetekê zaibetyên şaredariyê tevî polîsan dawî li sersaxiyê anîn.
Dema ku parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan li serdanê bûn, zabite avêtin ser mala sersaxiyê û xwestin bi biryara Şaredariya AKP'yî merasîmê biqedînin. Piştî aloziyeke ji bo demeke kurt, malbata Korkmaz ji mala serxweşiyê derket û li ber mala xwe ya li taxa Yenîşehîrê konê sersaxiyê veda.
Bi sedan kes herikîn ber mala Korkmaz. Serdanên sersaxiyê wê 3 rojan dewam bikin.