‘Operasyona Mûsil ber bi pêş ve diçe’
Ji Fermandarên Odeya Çalakiyên Hevpar a Iraqê Maenen, diyar kir ku DAÎŞ nûçeyên derew belav dikin, operasyona Mûsil ber bi pêş ve diçe.
Ji Fermandarên Odeya Çalakiyên Hevpar a Iraqê Maenen, diyar kir ku DAÎŞ nûçeyên derew belav dikin, operasyona Mûsil ber bi pêş ve diçe.
Ji Fermandarên Odeya Çalakiyên Hevpar a Iraqê Seîd Maenen, li navçeya Geyara a Başûrê Mûsilê civînekî ya çapemeniyê li dar xist. Maenen anî ziman ku ji bo çalakiyek hevpar pêwîstî bi planekî hevpar heye û operasyon dewam dike.
Her wiha fermandar Seîd Maenen ragihand ku gotinên ku operasyona rizgarkirina Mûsil rawestaye ne rastin û berovajî vê di operasyona Mûsilê de pêşketinên berbiçav hene.
‘DAÎŞ NÛÇEYÊN DEREW BELAV DIKIN’
Seîd Maenen destnîşankir ku paqijkirina Mûsilê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyi (NY) pêk tê û wiha pê de çû: “Me agadarî daye hinek dezgehên ragihandinê ku di ragihandina nûçeyan de baldar bin. Ev heyîna we ya li vir belgeyek herî başe ji bo paqijiya şer, her çiqas DAÎŞ derewan ji dike lê pêşketinên şer bi awayek zinîd belav dikin.”
Fermandar ev ji bi bîr xist ku li herêmên rizgarbûyî alikariyek mezin ya welatiyan ji bo polîsên wan herêman heye.