Li Minbicê dewleta Tirk hate şermezarkirin

Endamên Meclîsa Sivîl a Minbicê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şehba û Efrînê de şermezar kirin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şehba û Efrînê de daxwiyaniyeke çapemeniyê dan. Hevseroka meclîsê Sozdar Xalid di daxwiyaniyê de got bal kişande ser berxwedana  gelên Bakurê Sûriyê ên di krîza Rojhilata Navîn û Sûriyê de û got: ‘’Gelê Bakurê Sûriyê li dijî şerê li Rojhilata Navîn û li Sûriyê wê li ser piyan bimîne.’’

‘JI BO KU SÎSTEMA ME HER KESÎ HEMBÊZ DIKE, ÊRÎŞÊ TÎNIN SER’

Bi berdewamî wiha hate gotin:

‘’Xweseriya Demokratîk û Sîstema Federalîya Demokratîk bûye tecrûbeyek ku hemû gelên Bakurê Sûriyê û baweriyan hembêz bike. Van projeyan ispat kiriye ku jiyana hevpar ya herêmê û biratiya çandan dixe ewlehiyê. Lê êrîşên hêzên dij-demokratîk ên bi ser Şehba û Efrînê de berdewam dikin. Herî dawî di êrîşa bi ser gundê Xezawiyê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. Armanca van êrîşan ew e ku vîna gelê me yê ku li dijî vê siyaseta qirêj a li herêmê ber xwe didin, bişînin.

Em weke Meclîsa Sivîl a Minbicê, êrîşên bi ser Bakurê Sûriyê de şermezar dikin. Em bang li hêzên navnetewî dikin ku ji bo gelên Bakurê Sûriyê bibin piştgirî û li dijî van êrîşan rawestin.’’