Li gorî biryara dadgehê, yê bi ya walî bike 'endamê PKK'ê ye
Hanse Bûlût a 60 salî, ku li gorî biryara waliyê Tirk ê li Mêrdînê derneket derve, ji aliyê dadgeha heman dewletê ve ji ber ku derneket derve ji 'endametiya rêxistinê' bi 13 sal û 6 mehan hate cezakirin.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN / ANF
sêşem, 15 sermawezê 2016, 09:10
Dadgeha Tirk mohra xwe danî binê biryareke din a sosret. Piştî ku li Nisêbînê di 14'ê Adara 2015'an de derketina deve hat qedexekirin, dayika Hanse û biraziyê wê xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê Mazlûm Denîz di çarçoveya biryara 'qedexey derketina derve' de derneketin derve. Piştî ku bombe li xaniyê wan hat barandin, di 16'ê Nîsanê de li xeta polîsan 155 geriyan û xwestin ji malê derkevin. Hêzên dewletê ku dayika Hanse û biraziyê wê Mazlûm dexistin, ev bûyer bi sernavê 'endamên rêxistinê teslîm ahtin girtin' pêşkêşî medya alîgirê xwe kirin. Piştî vê mîzansena hêzên dewletê, dayika Hanse û Mazlûm hatin binçavkirin. Li dû vê binçavkirinê dayika Hanse hat berdan, lê Mazlûm hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
GILÎNAMEYA SOSRET BI BIRYAREKE SOSRET QEDIYA
Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê di gilînameya xwe de ragihand, ku dayika Hanse û biraziyê wê Mazlûm di dema qedexeya derketina derve de derneketine derve, ev yek 'li dijî rewşa asayî ya jiyanê ye' û derneketina derve weke delîla endametiya rêxistinê nîşan da. Dozger xwest, bi vî rengî werin cezakirin. 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê jî ev gilînameya sosret mîna xwe qebûl kir û li ser vê gilînameyê biryareke sosret da. Dadgehê jî got, "Nepêkane ku mehekê li mala ya li Nisêbînê bimîne û bi rêxistinê re eleqeya xwe tine be' û cezayê 13 sal 6 meh ê ji 'endametiya rêxistinê' li dayika Hanse û biraziyê wê Mazlûm birî. Bi lez û bez têkildarî dayika Hanse biryara girtinê ht dayîn.
PARÊZER BAGÎ: TRAJÎKOMÎK E
Parêzerê dozê Ziya Bagî ev biryara sosret nirxand û diyar kir, dewlet bi biryarê derketina derve li mirovan qedexe dike û dadgeha heman dewletê jî ji ber ku derneketina derve mirovan ceza dike. Parêzer Bagî destnîşan kir ku ev biryar skandaleke hiqûqê ya trajîkomîk e û got, ew ê biryarê bibin temyîzê, li dij derkevin. Bagî anî ziman, bêhiqûqiyek bi vî rengî kêm caran di dîrokê de hatiye dîtin.
'DI VÊ REWŞÊ DE 10 HEZAR NISÊBÎNÎ 'ENDAMÊN RÊXISTINÊ' NE'
Bagî bibîr xist, ku deh hezar Nisêbînî di dema qedexeyê de li mala xwe man û got, "Walîtiya Mêrdînê bi xwe pesnê xwe pê da ku bi hezaran mirov ji malên xwe derneketine û hatine parastin. Bi vê biryarê re dikarin 10 hezar Nisêbîniyan ji 'endametiya rêxistinê' darizînin.
Parêzer Bagî diyar kir, ev biryareke polîtîk e û ew ê ti carî qebûl nekin.