‘Divê hemû derdorên demokrat bi her awayî piştgiriyê bidin gelê Şirnexê’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk got: “Em bang li hemû derdorê demokrat û sosyalîst dikin, divê bi her awayî çi madî çi menewî piştgiriyê bidin gelê Şirnexê. Weke PKK’ê jî em ê heta dawiyê li pişt gelê Şirnexê bin.”
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 15 sermawezê 2016, 15:56
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk, bang li hemû derdorên demokrat û sosyalîst kir ku xwedî li gelê Şirnexê derkevin.
Bayîk diyar kir ku gelê Şirnexê tî û birçî ma, lê ti demê ji nirxên xwe yên welatparêziyê bi şûn de gav navêt. Bayîk wiha dewam kir: “Dewletê dixwest ku bi xiyanetê wê berxwedana gelê Botanê bi dawî bike. Ji ber vê armancê berê xwe da Şirnexê. Gelê Şirnexê di zanabûna hemû nirxên xwe de ye, ji ber vê yekê serî li ber van polîtîkayan netewand, birçî ma, tî ma, di sermayê de ma, lê warê xwe nehişt, nirxên xwe yên welatparêziyê ne hêla û neterikand. Ji ber vê çendê ez gelê Şirnexê pîroz dikim, silav û hurmetê xwe ji wan re dişînim. Bi rastî jî helwestên wan bi heybet in, divê ev were dewamkirin. Dilê gelê Kurd bi wan re ye, dilê gerîlayên PKK’ê bi wan re ye.”
Bayîk anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze li Şirnexê gel bi xwe ve bide girêdan û wiha pê de çû:
“Hêzên mêtinger a dewleta Tirk dibêjin ku wê li Şirnexê tirsê bidin avakirin. Niha ev nêzî salekê ye li Şirnexê qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Mal û avahiyên ku li Şirnexê nehatin hilweşandin hildiweşînin. Diyar e ku hilweşîn neqedadine, ji ber wê qedexe rakirin, lê ew jî bi temamî ranekirine, tinîn ziman ku wê bi beş beş rakin. Jixwe 7-8 tax bi erdê re kirine yek, weke avahî tiştek nemaye, alavên gel hemû hatine talankirin. Şirnexê ji gel re nahêlin, ji ber ku dixwazin li Şirnexê gel bi xwe ve bidin girêdan. Ji ber vê naxwazin gelê berxwedêr ê Şirnexê, li Şirnexê bimîne û heta li derve jî bimîne.”
GEL BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DA
Bayîk bi bîr xist ku dewleta Tirk a mêtinger xwe li berxwedana gelê Şirnexê ranegirt û wiha anî ziman: “Gel bi birçîbûn, tîbûn, bi gef û zextan xwestin ku ji wir bidin koçkirin, ji ber ku gelê Şirnexê berxwedaneke qeheremanî nîşan da. Gel berxwedaneke mezin kir, alîgirên gel berxwedaneke pir mezin û bi heybet nîşan dan û di vê berxwedanê de gelek şehîd dan,beşeke mezin ê berxwedanê jî bi saxlem rawestan. Vê yekê dewleta faşîst a Tirk hezim nekir, vê qebûl nekir û çawa dikarin berxwedaneke evqas bi heybet pêk bînin û çawa bi vê berxwedanê dikarin saxlem li ser lingan bimînin, dixwazin ji vê tolê hilînin. Ji ber vê, polîtîkayên taybet li ser Şirnexê didin meşandin. Her wiha Şirnex xwebûna berxwedana Botanê temsîl dike, ber bi wê ve diçe, dixwaze xwebûna wê berxwedanê bişkîne. Ji ber wê dixwaze gelê Şirnexê yê bexwedêr û gelê derdorî wê bêbandor bike ku xiyanetê li wir geş û zêde bike.”
PKK HETA DAWIYÊ LI PIŞT GELÊ ŞIRNEXÊ YE
Cemîl Bayîk bang li derdorên demokrat û sosyalîst kir û wiha dawî li gotinên xwe anî:
“Bi vê boneyê bang li hemû gelê me yê welatparêz, hemû derdorên demokrat û sosyalîst ên li welat û derveyî welat dijîn dikim; divê xwedî li gelê Şirnexê derkevin û piştgirî bikin, divê bi her awayî piştgiriya madî û menewî bi gelê Şirnexê re bikin. Divê destekê bidin berxwedana gelê Şirnexê. Gelê Şirnexê ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesî berxwedanê gur û geş dike, di heman demê de ji bo gelê Tirkiyeyê, mirovatiyê vê berxwedanê bi rê ve dibe. Ji ber vê divê her kes erkê dikeve ser milan li beramberî gelê Şirnexê bi cih bîne. Em jî weke PKK’ê heta dawiyê li pişt gelê Şirnexê ne. Divê gelê me vê yekê wisa bizanibe.”