Cenazeyê şervanê YPS Mûtlû piştî 10 mehan rastî malbatê hat kirin

Cenazeyê şervanê YPS’ê Abdûllah Mûtlû yê di berxwedana xwerêveberiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Bêkesan a Meletiyê hat derxistin û radestî malbatê hat kirin.

Testa DNA’yê ya şervanê YPS’ê Abdûllah Mûtlû (Dilxwaz Agir) ku dema berxwedana xwerêveberiya Cizîrê  di êrîşa hêzên dewleta Tirk a bi ser jêrzemîna 2’yemî de 10’ê Sibatê jiyana xwe ji dest dabû, bi encam bû. Ji ber cenaze nedihat nasîn, malbatê ji bo teşxîsê 27’ê Tîrmehê mînaka xwînê dabû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Derket holê ku cenazeyê Mûtlû bêyî hayê malbatê jê çêbibe li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatiye veşartin.

Piştî testa DNA’yê bi encam bû, malbat hat bajêr û karûbar temam kir. Cenazeya Mûtlû ji goristana bêkesan derxist, ji bo definkirinê jî ber bi gundê Ziwingê yê girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve ket rê.