Wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê hat rûxandin
Hêzên QSD, YPG/YPJ'ê li gundê Hişe 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin û rûxandin.
Hêzên QSD, YPG/YPJ'ê li gundê Hişe 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin û rûxandin.
Di qonaxa destpêkê ya Pêngava Xezeba Firatê de, ku roja 5'ê Mijdarê ji bo rizgarkirina Reqayê ji aliyê hêzên QSD, YPG/YPJ'ê ve hat destpêkirin, bi dehan gund, gundik û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Yek ji gundên stratejîk ên ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin gundê Hişe ye. Piştî rizgarkirina vî gundî, di dema lêgerîn û lêkolînê de 2 wesayîtên bombebarkirî yên zirxî yên çeteyan hatin dîtin.
Tîmên pispor ên şervanan bi rengekî kontrokirî ev wesayîtên bombebarkirî teqandin.
Dîmenê rûxandina wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan, ji aliyê kamerayên ANF'ê ve hat kişandin.