HPG'ê nasnameyên 7 gerîlayên li Bestayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir û got, "Em her heft hevrêyên xwe yên di demên cuda de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê şopdarên ruhê wan ê fedayî bin."
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 15 sermawezê 2016, 12:58
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Operasyonên tinekirinê yên dewleta Tirk ji bo mayîndekirina dagirkiriyê li Kurdistanê dimeşîne, dewam dikin. Me beriya niha dabûn xuyakirin ku di navbera 3-12'ê Mijdarê de li bejahiya Besta ya Şirnexê operasyonek pêk anî bû.
Tevî hêzên taybet ên ji herêmên leşkerî yên Şirnexê anîn, gelek yekîneyên ji Sêrtê jî tevlî vê operasyonê hatine kirin. Bi vî awayî xwest li herêma Botanê tinekirineke topyekûn bike. Ji Şirnexê; ji qereqolên Şexa, Çelê Nimêja, Gundikê Melê, Sêgirkê, Guzakurkê û Tabûra Bestê herêmên Şehrîban, Çemaloka, Biluzer, Besta Hincê, Çiyayê Fila, Tepê Firinê, Tepê Mewişkê Çala, Çemkê Tahlo û Piro, li aliyê Sêrtê jî qadên Osyan, Omyanis, Tepê Tenurê, Girê Gêsil, Girê Sor, Akir, Xinzur, Zorava Çexçeko, Mêrgumarê, Serê Orman, Kanî Cinetê û quntara Herekolê leşker hatin bicihkirin. Bi vî rengî operasyonê dest pê kir. Li dijî vê operasyonê, bi dirûşma 'Em ê nehêlin dagirker bikevin Bestayê, heta ku dijmin pê li cenazeyên me neke, nikare bikeve Bestayê' berxwedaneke mezin hat nîşandan. Bi vî awayî qadên Meçaloka û girê Xanê bûn kelehên berxwedanê."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Bi pêşengiya hevalê me Amed Şaho şerekî mezin ê berxwedanê hat kirin. Gerîlayên me roj bi roj çalakî li dijî hêzên dijmin lidar xistin û di çalakiyan de gelek ji dijmin hatin kuştin. Di encamê de operasyon bi rengekî neserketî qediya. Artêşa TC ku leşkerên xwe danî ser gelek giran û bi rêya helîkopteran xwest li herêmê tevbigere, ji ber derbên xurt ên hêzên me, neçar ma xwe vekişîne. Di operasyonê de 18 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. Di vî şerî de 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.
Hevalên me Amed (Kamîr Umîtvar), Arîn (Gulbahar Gurkan), Boran (Agît Bor), Mazlûm (Osman Kûtlûk), Rûken (Rûken Demîr), Serxwebûn (Ersîn Yildizli) û Sîrvan (Keyvan Serabî) di vî şerê bêeman de bûn abîde û tevlî karwanê şehîdan bûn. Em her heft hevrêyên xwe yên di demên cuda de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûne bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê şopdarên ruhê wan ê fedayî bin."
NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:
"Nasnav: Amed Şaho
Nav paşnav: Kamîl Umîtvar
Cihê ji dayikbûnê: Pîranşar
Dayik-Bav: Masûm-Mûhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Arîn Xizgînos
Nav paşnav: Gulbahar Gurkan
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Xatûn-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Boran Gevda
Nav paşnav: Agît Bor
Cihê ji dayikbûnê. Wan
Dayik-Bav: Mûhteber-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Mazlûm Berçelan
Nav paşnav: Osman Kûtlûk
Cihê ji dayikbûnê: ColemAêrg
Dayik-Bav: Şukriye-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Rûken Serpîl
Nav paşnav: Rûken Demîr
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Selma-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Serxwebûn Şoreş
Nav paşnav: Ersîn Yildizli
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Antîka-Koçer
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex
Nasnav: Sîrwan Aryo Leylax
Nav paşnav: Keyvan Serabî
Cihê ji dayikbûnê: Merîwan
Dayik-Bav: Halîme-Şukrûllah
Dem û cihê şehadetê: 3-12'ê Mijdara 2016 - Şirnex"