Şervanê QSD’ê Seyîd li gundê Restamê hate defin kirin

Şervanê QSD’ê Ehemd Seyîd ê ku di pêngava “Xezeba Firatê” de ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya bi sedan welatiyan li Girê Spî bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Ehemd Seyîd ê ku di operasyona pêngava “Xezeba Firatê” de ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatibû destpêkirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li gundê Restam ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Bi sedan kes cenazeyê Şeyîd ji nexweşxaneya Girê Spî girt, bi konvoyekî ya wesayîtan ber bi gundê Restam ve ketin rê.

Piştî ku cenaze gihişte gund û şûn de merasîmekî leşkerî hate lidarxisin.

Li ser navê TEV-DEM, Meclîsa Girê Spî û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan cenazeyê şervanê QSD’ê Seyîd hate definkirin.