Li Efrînê 5 şervanên azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkir

li Efrînê cenazeyên 2 şervanê YPG/YPJ, 1 encamê Erka Xweparatinê, 1 endamê Gumrikê û 1 jî endamê Hêzên Asayîşê ku di demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Refîq ya Kantona Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Çekdar Şam (Elî Mexmiko) di 10’ê Mijdarê de, şervana YPJ’ê Avaşîn Demhat (Lava Îbo) di 14’ê Mijdarê li bajarê Helebê, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmayîl Nasan ku di 12’ê Mijdarê de li gundê Dêr Cemal, Endamê Hêzên Asayîşa Rojava Ehmed Tobal û Endamê Hêzên Gumrikê Isbir Hemo di bombebarana balafirên dewleta dagirker a Tirkiyeyê de ku li bajarê Helebê, gihiştin şehadetê.

Ji bo oxirkirina her 5 pakrawanan bi sedan welatiyên kantona Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn hatin cem hev û bi konvoyekî mezin ber bi Goristana Şehîd Refîq ve ketin rê.

Piştî ku konvoya cenazeyan gihişte goristanê endamên Asayîşa Rojava merasîmekî leşkerî pêk anî. Piştre Hevserokê Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê Hesen Beyrem ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwest û wiha got: “Beriya 2 rojan balafireke şer li ser asîmanê kantona Efrînê firiya û welatiyên sivîl ên ji ber kiryar û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Tirkiyeyê reviyane li deriyê gundê Xezawiyê hedef girt. Ev welatî dihatin herêmên Rojava, di encama êrîşa balafirê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Her kes dizane ku ev herêm ne herêmeke leşkerî ye, lê tenê rêya derbasbûna welatiyên sivîl bû. Em aliyên ku ev komkujiya hanê pêk anîne bi tundî şermezar û lenet dikin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Meryem Henan jî axaftinek kir û wiha anî ziman: “Bila dewleta Tirk bizanibe ku hêzên me yên parastina gelê me dikin hene. Gelê kantonê piştgiriyê dide hêzên xwe. Ji ber vê yekê vîna me ya bi hêz ti caran nayê şikandin.”

Meryem êrîşên li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî ya cîhanê kir ku aliyên van komkujiyan pêk tînin,ceza bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, rêvebera Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Efrînê Ceylan Henan nasnameyên her 5 şervanan xwend û radestî malbatên wan kir.

Darbestên cenazeyên şehîdan ji aliyê welatiyan ve bi durişmeya “Şehîd namrin” û tilîliyên dayîkan ve li goristanê hatin definkirin.