Tirkiyê û DAIŞ’ê li hev kir
Savaş Yildiz ku girêdana wî bi DAIŞ/MÎT’ê re heye got, bêyî ku Tirkiye yek guleyê biteqîne ket nava Cerablûsê û ev yek nîşan dide ku di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de peyman hatiye danîn.
Savaş Yildiz ku girêdana wî bi DAIŞ/MÎT’ê re heye got, bêyî ku Tirkiye yek guleyê biteqîne ket nava Cerablûsê û ev yek nîşan dide ku di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyeyê de peyman hatiye danîn.
Savaş Yildiz ku 7’ê Hezîranê di pêvajoya hilbijartinê de li Edene û Mersînê li avahiyên HDP’ê bombe teqand, 27’ê Sibata 2016’an piştî ku tevlî êrîşa bi ser Girê Spî de bû û Adarê ji hêla YPG’ê ve li Girê Spî hate girtin, têkildarî êrîşa Girê Spî û têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re agahiyên balkêş dabûn. Savaş Yildiz li ser dagirkeriya Tirk a li Rojavayê Kurdistanê Cerablûsê, Raî û Exterînê agahiyên nû dan.
Ev nêzî du hefteyan in nûçeyên derewîn ku şefê DAIŞ’ê El Baxdadî li dijî Tirkiyê banga cîhadê dike têne belavkirin lê di vê navê de Tirkiye bi alîkariya DAIŞ’ê li herêma Şehbayê dagirkerî û komkujiyên xwe didomîne. Savaş Yildiz ku li Rojava di girtîgehê de tê girtin, diyar kir ku Cerablûs, ku ew jî weke çeteyekî DAIŞ’ê di nav de bû, bi peymanekê radestî Tirkiyê û çeteyan hate kirin.
Savaş Yildiz got "Eger Tirkiye ji bo ku li dijî DAIŞ’ê şer bike biketana Cerablûs, Raî, Exterîn û Babê, niha DAIŞ’ê wê li her devera Tirkiyê bombe biteqandana" û wiha dewam kir; "Ku tu çûbî Cerablûsê, Raîyê, Babê û li dijî DAIŞ’ê şer bikî, DAIŞ wê li Tirkiyê bixe. Lê ku dest pê nekiribe hingî peymanek heye. Ji ber ku, eger şer dest pê bike, di nava DAIŞ’ê de mezin, biçûk, zarok her kes dixwaze ji bo Îslamê bimire. Zarok miriye, jin miriye, qet giringiya vê nîn e."
PEYMAN DI ASTA BILIND DE ÇÊDIBE
Savaş Yildiz diyar kir di navbera dewleta Tirk û emîrên DAIŞ’ê de peyman çêdibin lê çeteyên ku li qadê şer dikin hay ji vê nîn in û wiha got, "Di televîzyonê de herî dawî min dît ku Tirkiye Cerablûs û aliyê Raî bi dest xistiye. Ku peyman nebe DAIŞ bi vî awayî dernakeve. Ên ku li wir heta mirinê rajêr in wê şer bikin. Heke bi rastî jî di navbera DAIŞ’ê û Tirkiyê de şer hebe, li her devera Tirkiyê wê çalakiyên xwekujiyê pêk werin, wê qemyon biteqin. DAIŞ ku li Fransa, Emerîka, Ingiltereyê çalakiyan dike bila bibêjin 'temam' li her devera Tirkiyê dikarin bombeyan biteqînin. Gelek kes hene ku dixwazin xwe biteqînin. Li wir DAIŞ bi paş ve kişiya ye."
Savaş Yildiz got êrîşên DAIŞ’ê yên li Tirkiyê yên bi ser Kurdan û hêzên demokratîk de, bi teqezî li gorî berjwendiyên Tirkiyê têne kirin û li ser sedema lihevkirina Tirkiyê û DAIŞ’ê ya ji bo Cerablûs û herêma Şehbayê jî got, "Ji bo ku li YPG’ê bixe Cerablûsê û zêdetir dixwaze. Aliyekî Cerablûsê Kobanê, aliyek Minbic û aliyê dî jî ji herêma Şehbayê li Efrînê vedibe. DAIŞ ji bo ku rê ji mihaciran re were vekirin, derbas bibin ev herêm ji Tirkiyê re hiştiye. Tirkiye ev soz ji wan re daye, 'ez ê li Kurdan bixim, tu dev ji vê herêmê berde. Ez ê hemû mihacirên te derbas bikim'. Teqez wiha ye. Ji ber ku armanca Tirkiyê ew e ku bi tifaqê Kurdan tine bike. Ku Tirkiye bi rastî jî sînor bigire, ji 100 mihacirên ku tevlî nav DAIŞ’ê dibin, encex yek dikare derbas bibe."