Cenazeyên 5 gerîlayan hate teşxîskirin

14 gerîlayên HPG’ê ku di encama bomberana balafirên şer ên artêşa Tirk de ya ku li bejahiya Dersimê şehîd ketibûn, ji wan cenazeyê 5’an hatin teşxîskirin.

Kar û barên teşxîs kirina cenazeyên 14 gerîlayên HPG’ê yên ku di 7-8 ê Mijdarê de, li devera Avgasora ku dikeve navbera Xezo û Pilûr a navçeyên Dersim ku di êrîşa balafirên şer û helîkopteran de hatibûn şehîd bibûn, li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê berdewam dikin.Malbatên ku hatibûn ATK’ê bi wêneyan cenzeyên zarokên xwe yên li morgê teşxîskirin. Li gel malbata parlementerê HDP yê Dersîmê Elî Can Unlu û rêveberên MEYADER,HDP,DBP ji hebûn.

Cenazeyên 5 gêrîlayên HPG’ê ji aliyê malbatê wan ve hate teşxîskirin.Cenazeyên Ggêrîlayên ku hatine teşxîslirin, Gamze Erol (Ceylan Bawer)li gundê Avşeker a navçeya Pilûr a Dersimê, Umut Kocaoglû (Agît Amed) û Serhed Çagirci (Amed Hewreman) li Goristana Yênîlkoyê ya navenda Amedê,Diyar Onar (Serxwebûn Şiyar) li Goristama Asrî ya Êlih û Rêzan Bariştiran (Omedya Rohat) jî wê li Wanê werin defin kirin.