KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hejmara kesên li Tatosê hatin binçavkirin bû 38
Hejmara kesên li navçeya Tatos a Erzîromê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bû 38. -
11 endamên KESK'ê ketin ber lêpirsînê
11 endamên KESK'ê, bi hinceta tevlî daxuyaniyê bûne ketin ber lêpirsînê û ji bo îfadeyê bidin ji emniyeta Tirk bang li wan hat kirin. -
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Gamze Erol li ber stran û dirûşman hat veşartin
Ji gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê di bomberdûmanê û şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Gamze Erol bi merasîmeke girseyî li navçeya Pertaxê li ber stran û dirûşman hat veşartin. -
13 siyasetemdarên li Dersîmê hatin binçavkirin wê bibin dozgeriyê
13 siyasetmedarên li Dersîmê hatin binçavkirin, ku Hevşaredarên Dersîmê jî di nav de ne, li cem polîs mafê bêdengmanê bi kar anîn. 13 kes ji bo îfadeyê wê bibin dozgeriyê. -
Şervanan gundê Xinêzê jî rizgar kirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê gundê Xinêz ê li rojavayê Qenteriyê ye ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Gerîlayan li leşkerên derketin operasyonê dan: 9 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Şemzînanê li leşkerên Tirk ên derketin operasyonê dan. Di encama çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin. -
Jinan cenazeyê Bariştiran li ser milan danîn
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Rêvan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
YPG: Li Şêx Meqsûdê 3 çeteyên Koalîsyona Sûrî hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku çeteyên Kaolîsyona Sûriyeyê duh êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin û di encama bersiva hêzên wan de 3 çete hatin kuştin. -
Komeleyên li Amedê: Em ê gel bi tenê nehêlin
Nûnerên komeleyên li Amedê yên ji aliyê AKP'ê ve hatin girtin dan xuyakirin, ku ew ê karê xwe bi berxwedanê bikin û gotin, "Eger pêwîstî pê hebe, em ê bi gelê xwe re saxiyên nû yên rêxistinbûyî ava bikin." -
Li Êlihê 3 kes hatin girin
Li Êlihê ji 5 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin. -
KODAR'ê Cejna Xawênkar pîroz kir
Endamê Desteya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften Cejna Xawênkar li hemû çand, ziman û gelan pîroz kir. -
Binçavkirin li Dersîmê hat şermezarkirin: Roj roja yekîtiyê ye
Binçavkirina hevşaredar û siyasetemdaran li Dersîmê hat şermezarkirin. Alîkarê Hevşaredaran Tûnç banga yekîtî û têkoşînê kir. -
Hevşaredarê Cizîrê Kûnûr hat girtin
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. -
Gerîlayên HPG’ê Çagrici û Kocaoglu spartin axê
Gerîlayên HPG’ê Serhad Cagrici û Ugur Kocaoglu ku di êrîşa hewayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin. -
Qadên mayinkirî yên li Şengalê tên paqijkirin
Qadên ku li Şengalê di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de hatine azadkirin, ji mayinan jî tên paqijkirin. Heta niha 103 mayin hatin bêbandorkirin. -
Pîre: Dewleta Tirk hêzeke dagirker e ku bê destûr ketiye nava herêma Kurdistanê
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Pîre: Eger Tirkiye tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibûya, wê şer ne tenê li Mûsilê biqewimiya. Kurdistan wê bibûya qada şerê navbera hêzên navneteweyî û herêmî. -
Gerîlayê HPG’ê Onar ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Diyar Onar ê ku li Dersîmê di bomberdûmana hewayî de jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Êlihê ji hêla bi sedan kesî ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin. -
YPG'ê hêzên xwe yên li Minbicê tevlî hemleya Reqayê kirin
Fermandariya Gîştî ya YPG’ê îlan kir ku ew hêzên xwe ji bajarê Minbicê dikişînin û tevlî hemleya Xezeba Firatê dibin. -
Xezeba Firatê paqijkirina herêmê didomîne
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, gundê Tiwêlia ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Navenda Şer: Şehba -I
Herêma Şehbayê, ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ji bo çarenûsa civak û neteweyên cuda diyarker e, di dema dawî de rojeva sereke ye. -
Aycan Îrmez: Şirnex ne kêmî Helebê ye!
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got, hejmara xaniyên li Şirnexê hatine xerakirin, ji daxuyaniya Waliyê Şirnexê gelekî zêdetir e. Îrmez da xuyakirin, ku Şirnex ne kêmî Helebê ye û ji bo gelê Şirnexê banga piştgiriyê kir. -
Hevşaredarên Sêrt û Dersîmê hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl û Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan hatin binçavkirin. -
Polîsan avêtin ser mala Hevşaredara Dersîmê Altûn
Polîsên Tirk avêtin ser mala Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn. Li malê lêgerîn tê kirin. Tê gotin, wê Altûn bê binçavkirin. -
Li Rihayê mînîbusa karkerên çandiniya demsalî qelibî:11 kes birîndar bûn
Li navçeya Siwereg a Riha,mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî qeza kir, 11kes birîndar bûn. -
Seyît Riza û hevalên wî hatin bîranîn
Seyît Riza û hevalên wî di salvegera 79’emîn a darvekirina xwe de li Dersim û Mêrsînê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku têkildarî dîtina gora Seyît Riza û qetlîama Dersimê arşîva dewletê bê lêkolîn kirin.