Li Rihayê mînîbusa karkerên çandiniya demsalî qelibî:11 kes birîndar bûn
Li navçeya Siwereg a Riha,mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî qeza kir, 11kes birîndar bûn.
Li navçeya Siwereg a Riha,mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî qeza kir, 11kes birîndar bûn.
Mînîbusa ku ji navçeya Siwereg a Rihayê diçûn Anatolyaya Navîn karkeriya demsalî ya narinceyiyan dikin, qelibî.
Di qezayê de ajokar Halîl Çîng û karkerên di mînîbusê de Zehra, Îrem, Muhammed, Eyyup, Ayşer, Esma, Kafûr, Huseyîn, Îbrahîm Halîl Çîng birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.
Hat diyarkirin ku rewşa karkera bi navê Ayşer Çing giran e.