11 endamên KESK'ê ketin ber lêpirsînê

11 endamên KESK'ê, bi hinceta tevlî daxuyaniyê bûne ketin ber lêpirsînê û ji bo îfadeyê bidin ji emniyeta Tirk bang li wan hat kirin.

Bang li 11 endamên KESK'ê hat kirin, ku îfadeyê bidin. Ji bo vê yekê jî tevlîbûna li daxuyaniya çapemeniyê ya 1'ê Mijdarê ya li dijî derxistina ji kar a hevalên xwe, weke sedem hat nîşandan.

Ji 11 kesan 2 kes endamên BES’ê, 2 endamên Egîtîm-Senê ku ji kar hatine dûr xistin û 7 kes jî endamên SES’ê ne.

11 kesên ku çûn emniyetê, hê îfadeyê didin.