Seyît Riza û hevalên wî di salvegera 79’emîn a darvekirina xwe de li Dersim û Mêrsînê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku têkildarî dîtina gora Seyît Riza û qetlîama Dersimê arşîva dewletê bê lêkolîn kirin.
Li Qada Seyit Riza ya Dersimê Seyit Riza û hevalên wî ku di 15'ê Mijdara 1937'an de li Qada Genim a Xerpêtê hatin darvekirin bi bernameyekê hatin bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de endamên Platforma Yekîtiya Hêzan a ji bo Demokrasî û Kedê hatiye avakirin û gelek nûnerên saziyên civakî amade bûn. Di bîranîna ku li ber Peykerê Seyit Riza saet di 17.38’an de pêk hat find hatin pêxistin. Piştre qurnefil danîn ber peyker. Komê ji bo Seyit Riza û hevalên wî yên hatin darvekirin rêz hat girtin. Li ser navê Platformê Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Dûrsîn Demirtaş, kesên hatin darvekirin bibîr anîn û wiha got: "Komkujiya di sala 1921’an de li Koçgirî destpê kir, piştre li Palu, Agirî, Zilan, Dersim, Maraş, Çorum, Sivas, Gazi, Roboskiyê berdewam kir. Di sala 38’an de li Dersimê ji aliyê CHP’ê ve komkujî pêk hat. Niha jî ji aliyê AKP’ê ve komkujî pêk tê. Di navbera CHP'ê û AKP'ê te ti cudahî tune ye. “
Demîrtaş diyar kir ku hişmediya ku qetlîama Dersimê li dar xistin di roja me ya îro de jî hê dewam dike. Demîrtaş destnîşan kir ku divê li dijî vê bi awayek rêxistinkirî têkoşîn bê meşandin û wiha pê de çû: “ Gel dixwaze li welatekî di çarçoveya hiqûqa gerdûnî, wekhev, bi azadî, rêzdarî de bijî. Gorên kesên me yên bê kefen hatine veşartin nîşanî me bikin, rêz ji bawerî, ziman û destê xwe ji her kevirê me yê pîroz ên li vê erdnîgariyê vekişînin. Arşîvên windahiyên Dersimê vekin ji bo ku carekî din li ser vê xakê qetlîam û qirkirin neyê jiyîn gav bavêjin.”
Piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn û şûn de bi loqûman aktivîteya bîranînê bi dawî bû.
LI MÊRSÎNÊ JÎ HATIN BÎRANÎN
Seyît Riza û hevalên xwe, di salvegera darve kirina xwe de li Mersînê hate bîranîn.
Beriya daxuyaniya Komeleya Dersimiyên Mêrsînê bi dîwarên komaleyê ve pankartên mîna “Dersim 1937-1938 şerm e,zilm e, qirkirine” û “Dersim 38 qetlîamê, Tertele 38 Xo vira nekeme!,Em qetlîama Dersim a 38’an ji bîrnakin” kirin.
Serokê Komaleyê Hasan Tanrikûrt, di daxuyaniya xwe de ragihand ku hişmendiya ku li Dersimê qetlîam pêk anî, îro hê jî li welat qetlîam pêk tîne.Sekreterê Komaleyê Kazim Akçatepe jî bîr xist ku berî sal 79’an dîsa heman hişmendiyê li Dersîmê qetlîamê pêk anîn.
Açiktepe destnîşankir ku tevî hemû qetlîaman jî Seyît Riza û hevalên wî berxwedan û mafê xwe parasrtin û çok nedanîn.Açiktepe diyarkir ku ew ti carî sekna berxwedêr a Dersîmî û gelê din ên hejar ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin.