Navenda Şer: Şehba -I

Herêma Şehbayê, ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ji bo çarenûsa civak û neteweyên cuda diyarker e, di dema dawî de rojeva sereke ye.

Herêma Şehbayê, ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ji bo çarenûsa civak û neteweyên cuda diyarker e, di dema dawî de rojeva sereke ye.

Gelo çi qewimî ku herêma Şehba ya berê hatibû jibîrkirin ji nişka ve veguherî navenda "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê?" Çi bû, ku ev herêm di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ket nava rewşeke diyarker? Li Şehbayê kî di kîjan pozîsyonê de ye? Kî plana çi dike? Girêka "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê" wê bi çi rengî vebe? Em bala xwe bidin ser Şehbayê û lêkolîn bikin...

HERÊMA ŞEHBA

Şehba herêma navbera Efrîn û Kobanê ye, ku di nava Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê de cih digire.

Ji aliyê rêveberiyê ve bi duyemîn wîlayeta mezin a Sûriyeyê Helebê ve girêdayî ye. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bû yek ji xalên diyarker. Herêma Şehba ji bajarên Cerablûs, Minbic, El Bab û Ezazê, ji bajarokên Tişrîn, El Raî, Til Rifat, Mare, Qabasin, Arîma û Exterînê pêk tê.

Cerablûs, El Raî û Ezaz ên li herêma Şehbayê, ji rojhilat ber ber bi rojava ve li ser xeta sînor a Tirkiye-Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê ne.

Şehba bi 5 hezar kîlometreçargoşeyî berfireh e û ji Ezazê heta Cerablûsê bi 90 kîlometreyan dirêj e. Di dema şerê Sûriyeyê de bû yek ji herêmên şer lê giran bû.

Li rojavayê Şehbayê Çiyayên Lêlûnê hene. Navê vê herêmê bi Kurdî "Şahê Ba" ye. Ev nav 2.400 sal beriya zayînê li herêmê hatiye kirin û herêm ji deştên berfireh pêk tê. Avhewaya wê jî nerm e.

Şehba di nava şaristaniyên Mezopotamyayê de xwedî cihekî qedîm e. Ev herêma ji Torosan digihêje Derya Spî, di heman demê de rêgeheke girîng e. Li herêmê 5 bajar û 600 gund hene.

Herêma Şehba di heman demê de herêmeke stratejîk e ku li bakurê Helebê ye. Li Şehbayê gelek çand û civakên ji aliyê netewe û baweriyan ve ji hev cuda ne, dijîn. Erdnîgariya wê gelekî dewlemend e.

DÎROK Û BAJARÊN WÊ

Herêma Şehbayê ji Eyyûbiyan, Împaratoriya Roma, Împaratoriya Bîzansê, Emewî, Abbasî, Hamdanî, Mîrdasiyî, Ûkayiyan û ji bo demeke kurt ji Dewleta Selçûk a Mezin û Împaratoriya Osmanî re malovanî kir. Piştî ku Osmanî ji hev ket, demekê di bin dagirkeriya Fransayê de ma.

Piştî dagirkeriya Fransayê, bû navendeke girîng a bicihbûna gelên Sûriyeyê. Herêma Şehbayê li ser xeteke girîng a ber bi Derya Spî ye. Lewma li ser xeta bazirganiyê ya Sûriyeyê û bi vê taybetmendya xwe balê dikişîne.

CERABLÛS: Bi 125 kîlometreyan li başûrrojhilatê Helebê, bi 40 kîlometreyan li rojavayê Kobanê ye. Li rojavayê wê Ezaz, li bakurê bajarê Minbicê û li rojavayê wê jî Çemê Firatê heye.

Di sermijariya sala 2004'an de nifûsa Cerablûsê bi 58 hezar kesî hat tespîtkirin. Bi giranî ji Kurd û Ereban pêk tê. Lê belê tê zanîn li vî bajarî gel û bawermendên cuda jî hene. Navê bajêr Gergamiş bû. Gelek lêkolîneran li ser vî bajarî lêkolîn kirin. Bajar di vejîna mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e.

Di sala 2011'an de piştî raperîna gel a li Sûriyeyê, rejîma Baas ji bajêr hat derxistin. Lê belê bajar bi dorê ket bin dagirkeriya çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û çeteyên DAIŞ'ê. Piştî rizgarkirina Mİnbicê, dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' ji bo parastina çeteyên DAIŞ'ê careke din bajar dagir kirin.

MINBIC: Bi 75 kîlometreyan dûrî navenda helebê ye. Bi giranî ji Kurd, Tirkmen û Ereban pêk tê. Lê belê li bajêr gel û bawermendên cuda jî di asteke girîng de hene. Minbicê di sala 2011'an de pêşengî ji şoreşa Sûriyeyê ya rabûna li ber rejîma Baasê kir, lê belê piştî ku rejîm ji herêmê hat derxistin, çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û piştre DAIŞ'ê bajar dagir kirin.

Bi pêngava 'Rizgarkirina Minbicê' re, ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîrana 2016'an de da destpêkirin, bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.

BAB: Li Babê şopa serdema Romayiyan heye. Cihê ewilî ye ku ku raperîna li dijî rejîma Baasê lê dest pê kir. Bab bi 38 kîlometreyan li rojhilatê Helebê ye. Bajarokên Tadif, Der Hafir, Raî û Xendûra bi ser Babê ve ne. Nifûsa vî bajarî ku Ereb, Kurd, Tirkmen lê dijîn, 400 hezar e. Piştî destpêkirina serhildana sala 2011'an rejîma Baas ji bajêr hat derxistin.

Lê belê bi dorê, çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin. Dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' niha gefa dagikirinê li bajêr dixwin.

SIFÎRA: Di serjimariya sala 2008'an de nifûsa xwe bi 100 hezarî hat tespîtkirin. Li bajarokên Til Hasil û Til Erban ên vî bajarî, bi giranî Kurd dijîn.

Navê wê bi Suryanî tê wateya 'Bedew'. Li herêmê qenalên avê yên herî kevn û depoyên avê yên jê re Qewaratî tê gotin û bi zimanê Suryanî tê wateya 'depoya ava cemidî' hene.

EZAZ: Nifûsa Ezazê 75 hezar e. Ji serdema Mîtaniyan û vir ve malovanî ji gelek şaristaniyan kir kir.

Navê xwe bi Soranî 'Ezazo' ye, ku weke Ezaz hatiye guhertin. Bajarokên Extarîn, Soran, Marî, Qebasîn, Raqî, Til Erfad, Til Rifet, Ebû Teltel û Hewadîr bi ser Ezazê ve ne.

Piştî serhildana 2011'an, rejîma Baas ji herêmê hat derxistin. Lê çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' bajar dagir kirin. Piştî demekê ket bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê. Ezaz hê jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' ve hatiye dagirkirin.

ŞÊNIYÊN HERÊMÊ

Li herêma Şehbayê Kurd, Ereb, çerkez, Ermenî, Çeçen, Asûrî bi hev re dijîn. Li herêmê Suryanî, Asûrî, Keldanî, Arnavût, Êzidî, Ermenî, Îsmaîlî, Sûnî, Şîa, Xiristiyan, Durzî, Elewî û Yahûdî hene.

Di serdema Osmanî de demografiya herêmê bi giranî hat guhertin. Di dema Osmanî de li herêma Şehbayê polîtîkaya Tirkkirin û Sûnîkirinê hat meşandin. Polîtîkaya Tirkkirin û Sûnîkirinê li Kurdan û Xiristiyanên li herêmê dijîn hat kirin.

Li herêma Şehbayê kolanên dîrokî, qereqol, misgeft û gelek gundên dîrokî hene. Li herêmê her wiha tevî goleke di serdema Romayiyan de hat çêkirin, Çemê Zehbî jî diherike. Cihên ku berhemên dîrokî lê ne ev in: Til Erban, Til Hasil, Til Hicêr, Til Diwêne, Til Ehmer, Til Hibo, Til Lêman, gola Cibûlî, Til Kom Bînar.

Herêm ji ber sedemên dîrokî, civakî, çandî û aborî herêma Şehbayê balê dikişîne ser xwe. Ji ber vê yekê, piştî Pêngava Rizgarkirina Minbicê dewleta Tirk yekser dest bi dagirkirina herêmê kir.

KEMBERA EREB

Di salên 1960'î de Serokdewletê wê demê yê Misrê Cemal Abdul Nasir Sûriye û Misir bi navê "Komara Ereb a Yekbûyî" gihand hev, lê di vê rewşê de jî herêma Şehbayê her girîng ma.

Herêma Şehba ji bo Komara Ereb a Yekbûyî, her tim cihekî stratejîk bû. Lê belê piştî ku yekîtî ji hev belav bû, Partiya Baasê li dijî Rojavayê Kurdistanê polîtîkaya 'Kembera Ereb' xist dewrê. Bi vê polîtîkaya Kembera Ereb, Kurd i nava xwe de jî hatin parçekirin.

Şehba yek ji wan herêman eku polîtîkaya Kembera Ereb a ji bo qutkirina Kurdan ji hev hat meşandin, lê dest pê kir. 

Bi Kembera Ereb re li nava 2500-300 gundên Şehbayê, hin gundên nû hatin çêkirin û Ereb lê hatin bicihkirin. Polîtîkaya bê Kurd hiştinê, heta roja îro jî bi dijwarî dewam kir.

GIRÎNGIYA XWE YA DÎROKÎ

Herêma Şehbayê di sala 1516'an de Şerê Mercîdabiqê dît. Li vê herêmê, di dema sefera Misrê ya Yavûz Selîm de, yekemîn şerê dijwar ê bi Dewleta Memlûk re qewimî.

Ev şer di 24'ê Tebaxa 1516'an de di navbera artêşa Osmanî û artêşa Memlûk de li herêma Şehbayê qewimî. Di encamê de Osmanî bi ser ketin. Di encamê de jî axa Sûriye, Lubnan û Fîlîstînê tevlî xaka Osmanî bû.

Bajarên Cerablûs, Minbic, Bab û Ezaz ên herêma Şehbayê ji berê ve di navbera Şam, Heleb û bajarên din ên mezin ên Sûriyeyê û di navbera bajarên Mûsil û Bexdayê yên Iraqê de, bûne cihekî stratejîk. Ev herêm li ser vê rêgehê di asteke diyarker de ye.

Tevî ku demografiya herêmê bi demê re hat guhertin jî, herêmê cewhera xwe timî parast. Herêma Şehbayê ji bo Sûriyeyê tê wateya deriyê ber bi Iraq, Îran, Tirkiye û tevahiya cîhanê.

ABORIYA HERÊMÊ

Di herikîna dîrokê de Heleb, Riha û Dîlok, Bexda û Mûsil, her wiha Tehran bûn yek ji girîngtirîn navendên bazirganiya Rojhilata Navîn.

Herêma Şehba di navbera van navendên bazirganiyê de ye, lewma stratejîk e.

Li vê herêma ku di demên berê de navendeke girîng a aboriyê bû, tevî bîrên xwe yên gaza xwezayî û neftê, çavkaniyeke girîng a debarê jî xwedîkirina heywanan e. Li Şehbayê ku zeviyên dewlemend hene, tevî genim, ceh, nîsk û nokan, gelek zebze û fêkî jî tên çandin.

Herî zêde genim û nok tên çandin û karê sewalkariyê tê kirin. Tevî vê yekê zeytûn, hinar, fisteq li gelek cihan tên çandin û ev çakavniyeke girîng a debarê ye.

DAGIRKERÎ

Li herêma Şehbayê, komên çete yên ser bi 'Koalîsyona Sûriyeyê' dest bi dagirkeriyê kirin. Li dijî vê yekê rêxistinbûnên berxwedanê yên siyasî û leşkerî derketin holê û têkoşînê ji her alî ve dewam kir.

Dema şerê navxweyî di sala 2011'an de dest pê kir, rejîma Baas a dît nikare li tevahiya welêt serwer be, xetên xwe yên parastinê ber bi herêmên navîn ên welêt ve kişand. Li ser vê yekê çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' bajar û gundên Şehbayê dagir kirin.

Di dawiya sala 2012'an de hemû herêmên Şehbayê ji aliyê komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' ve hatin dagirkirin.

Her komeke çete li vê herêmê ji xwe re 'cihekî rizgarkirî' radighandin. Kurdên li herêma Şehbayê jî xwe bi navê Cephet El Ekrad bi rêxistin kirin.

Di sala 2013'an de li bajarê Minbicê yê herêma Şehbayê, bi qasî 100 komên çete yên mezin-biçûk hebûn. Hema hema li ser banê her xaniyekî aleke cuda ya komên çeteyan xuya dikir.

Di dawiya sala 2013'an û destpêka sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê piştî ku ji El Qaîde û El Nûsrayê qut bûn, êrîşî Minbicê kirin. DAIŞ'ê dema berê xwe da Şehbayê ewilî Minbic û El Bab dagir kir. Piştî demeke kurt dest bi êrîşa dagirkirina tevahiya bajarên Şehbayê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî Minbic û Babê, El Nûsra ji Cerablûsê derxistin û beşeke mezin a Şehbayê xistin destê xwe. Bi vî awayî tenê Ezaz, Mare û Til Refad di destê komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' de man.

BERXWEDAN

Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê kûr bû, herêma Şehbayê ji aliyê komên çete ve hat dagirkirin û gelên li herêmê mehkûmî tarîtiyê hatin kirin, hêzên gel ên demokratîk şoreşger, ji bo gelan ji tarîtiyê rizgar bikin, rêxistinên berxwedanê ava kirin.

Li herêma Şehbayê hem li dijî çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' hem jî li dijî rejîma Baas, hêzên gel ên azadîparêz Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar û Şems El Şîmal ava bûn. Û berxwedan di asta herî bilind de hat meşandin.

Bi demê re gelek komên din tevlî van koman bûn. Û hêzên gel ên şoreşger cihê xwe di bin sîwana QSD'ê ya ku di Cotmeha 2015'an de hat damezrandin de girtin. Bi vî rengî şoreşgerên li herêma Şehbayê têkoşîna xwe derxistin qonaxeke bilind.

MECLÎSA ŞEHBAYÊ

Meclîsa Şehbayê di dawiya sala 2015'an de, di encama hevdîtinên navbera rûspiyên bajarên Şehbayê de, ji bo bersiv ji daxwaza azadiyê ya gelên Şehbayê re were dayîn, ava bû.

Meclîsa Rûspiyên Herêma Şehbayê piştî hevdîtinan, di destpêka sala 2016'an de li Efrînê bi tevlîbûna 150 delege û 300 mêvanan li hev civiya. Di kongreyê de hat destnîşankirin, ku ji bo bersiv ji daxwazên azadî û wekheviyê yên gelên Şehbayê re were dayîn, rêxistinbûneke bi vî rengî hatiye damezrandin.

Di vê kongreyê de Cemal Elo ji bo Serokatiya Meclîsê, Mihemed Ehmed Xizro û Eymen Hafiz jî ji bo alîkariya wî hatin hilbijartin. Her wiha meclîsa ji 25 kesan hat hilbijartin. Rêziknameya Meclîsê jî hat amadekirin. Her wiha meclîsên gel jî hatin birêxistkirin. Meclîsên gel ku ji Babê 7, ji Ezazê 8 kesan, ji Minbicê 3, ji Cerablûsê yek û ji Sifîrê jî 3 endaman pêk hat.

Li aliyê din Yekîtiya Neteweya Demokratîk i herêmê hat ragihandin û ji bo cihêrengî û yekîtiya gelên li Sûriyeyê mînakeke şênber hat nîşandan.

Meclîsên li Şehbayê ji aliyê gelan ve hatin avakirinb, Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriyeyê re tevgeriya.

Çareseriya li Şehbayê ku modeleke biçûk a rengîniya Sûriyeyê ye, wê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike.