Binçavkirin li Dersîmê hat şermezarkirin: Roj roja yekîtiyê ye
Binçavkirina hevşaredar û siyasetemdaran li Dersîmê hat şermezarkirin. Alîkarê Hevşaredaran Tûnç banga yekîtî û têkoşînê kir.
Binçavkirina hevşaredar û siyasetemdaran li Dersîmê hat şermezarkirin. Alîkarê Hevşaredaran Tûnç banga yekîtî û têkoşînê kir.
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl û endama Meclîsa Şaredariyê Cemîl Ataş, nûnerên HDP, DBP, EMEP, ESP û sendîkayan, daxuyaniyek hat dayîn.
Girseya gel li ber avahiya şaredariyê li hev civiya û pankarta bi nivîsa "Vîna gel teslîm nayê girtin" vekir.
Alîkarê Hevşaredarên Dersîmê Huseyîn Tûnç nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û got, "Qesr û hikûmet, bi êrîşên giran ên li dijî siyaset û mûxalefeta demokratîk re dixwaze hemû destketiyên siyasî demokratîk xesp bike û hemû saziyan tesfiye bike. Êrîş ne tenê li dijî welatiyên deng dane me hatiye kirin, êrîş li dijî demokrasî, azadî, wekhevî, mafên kedê, azadiya jinê, têkoşîn edaletê, bi mîlyonan mirovên demokratî û xwedî wijdan heye."
Tûnç banga yekîtî û têkoşînê kir û xwest hemû binçavkirî derhal werin berdan.