Li Êlihê 3 kes hatin girin

Li Êlihê ji 5 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Îsmaîl Ay, Serhat Kaya, Selman Yelboga, Recep Akdemîr û Ferhat Ozdemîr ku beriya bi hefteyekê hatibûn binçavkirin, îro ji hêla dozgeriyê ve bi hênceta "endametiya rêxistinê" şandin dadgehê.

Yelboga, Akdemîr, Ozdemîr ji hêla dadgehê ve hatin girtin û Ay, Kaya bi "şertê kontrola edlî" serbest hatin berdan.

3 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê.