Aycan Îrmez: Şirnex ne kêmî Helebê ye!

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez got, hejmara xaniyên li Şirnexê hatine xerakirin, ji daxuyaniya Waliyê Şirnexê gelekî zêdetir e. Îrmez da xuyakirin, ku Şirnex ne kêmî Helebê ye û ji bo gelê Şirnexê banga piştgiriyê kir.

'Qedexeya derketina derve' ya li Şirnexê di 14'ê Adarê de hat ragihandin, piştî 8 mehan hat rakirin. 7 tax bi temamî xera bûye. Walîtiya Tirk a li Şirnexê da xuyakirin, ku 2 hezar 44 xanî xera bûne, lê belê tê gotin, hejmara rastî ji vê daxuyaniyê gelekî zêdetir e.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez çavdêriyên xwe yên li bajêr ên piştî rakirina qedexeyê ji ANF'ê re vegotin.

Aycan Îrmez bibîr xist 'qedexeya derketina derve' ya ku di 14'ê Adarê de hat ragihandin 8 mehan dewam kiriye û anî ziman, di 4 mehên dawî yên qedexeyê de hewl hatiye dayîn, bajar bi temamî were xerakirin. Îrmez destnîşan kir, dewletê bi hemû saziyên xwe li bajêr kevir li ser kevir nehiştiye û got, "Di nava 8 mehan de dewletê hewl da Şirnexê ji mirovan xalî bike û şêniyên bajêr bi zorê koçberî bajarên cuda bike. Lê belê gelê me bi ti awayî mal û axa xwe neterikand. Bi vî rengî polîtîkaya koçberkirina bi zorê pûç bû."

'XWESTINE HIŞ Û BÎRA GELÊ ME JÊ BIBIN'

Parlamenter Îrmez ragihand, roja qedexe rabû, wan li bajêr tabloya barbariyê dîtine û diyar kir, Şirnex dişibe bajarên piştî şerê cîhanê xera bûne: "Rewşa ku me duh li vir dît ne kêmî ya Helebê bû. Dewletê bi hemû teknîk û hêza xwe ya leşkerî bajar xera kiriye, şewitandiye. Dewletê xwestiye vê bike; xwestiye hiş û bîra gelekî jê bibe. Me dibihîst ku hilweşîn gelekî zêde ye. Lê dema me em li vê rewşê rast hatin, me bi çavên xwe dît bê hêzên dewletê hêrsa nava xwe bi çi rengî bi kar anîne. Mirovên hatin, xaniyên xwe nedîtin. Belê qedexeya derketina nava kolanan hat rakirin, lê kolaneke ku mirov derkevin, nema ye. Daxuyaniya 'qedexeya derketina derve hatiye rakirin' pûç e."

DAXUYANIYA '2 HEZAR 44 XANÎ XERA BÛ' NE RAST E

Îrmez destnîşan kir, ku daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Şirnexê ku gotibû '2 hezar 44 xanî xera bûne' ne rast e û anî ziman, ev hejmar gelekî zêdetir e: "Li taxan, ji bilî çend xaniyan tiştek nehiştine. Tabloya ku me dît nîşan dide, ku xaniyên hatine xerakirin gelekî zêde ne. Xerakirina xaniyan hê jî dewam dike. Me ev dît; heta ku xaniyekî bi tenê li Şirnexê nemîne wê xera bikin. Qedexe ji ber nerazîbûnan hat rakirin. Naxwe wê qedexe dewam bikira, ji bo gel koçî bajarên cuda bike."

'ŞIRNEX BI ZANEBÛN HATIYE HILBIJARTIN'

Li gorî Îrmez, dewletê xwestiye Şirnexê veguherîne bajarekî 'ewlekariyê'. Îrmez got, "Hewl tê dayîn bajarek bi temamî, bi nasname, ziman û dîroka xwe were tinekirin. Di çarçoveya plana têkbirinê tevdigerin. Şirnex weke bajarê pîlot bi zanebûn hilbijartine. Polîtîkayên xwe yên di çarçoveya plana master de bi cih bînin, ewilî li vir xistin meriyetê. Me îro jî dît ku pêkanîneke bi vî rengî heye. Mîna ku ew jî têrê nake, qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê kirin. Şaredarî ji pêdiviyên gel re dibû alîkar. Ji bo malbatên bi mehan di binê konan de dimîne şaredarî dibû alîkar. Walîtiya Tirk a li Şirnexê heta niha di ti mijarê de nebûye alîkar. Berevajî, walÎtiya Tirk konên welatiyan da rakirin. Bi gotina 'Bi ku ve diçin bila biçin' gel li naverastê hiştin."

'DAXUYANIYA WALÎTIYÊ JI BO KÊMKIRINA HÊRSA GEL E'

Aycan Îrmez da xuyakirin, ku hemû daxuyaniyên Walîtiya Şirnexê ji bo kêmkirina hêrsa gel û koçberkirina gel e û diyar kir, heman daxuyanî beriya niha ji bo bajarên Sûr û Nisêbînê jî hatin kirin. Îrmez wiha dewam kir: "Me gotinên bi vî rengî gelekî bihîstin. Hilweşandin hê jî dewam dike. Tenê armanceke wan heye; vî cihî ji mirovan xalî bike, demografiya wê biguherîne, gel asîmîle bike. Gelek kargeh jî hatine xerakirin. Kirine ku nikaribe bixebite. Plan kirine ku gel koç bike."

'DI SALA 1992'AN DE JÎ HEMAN HILWEŞANDIN Û TALAN HATIBÛ KIRIN'

Îrmez bibîr xist, ku heman hilweşandin û talan di sala 1992'an de jî anîbûn serê gelê Şirnexê û got, "Bi heman awayî, di sala 1992'an de bi tank û topan xaniyên welatiyan xera kirin. Hewl dan ji mirovan xalî bikin û bajarekî 'ewlekariyê' ava bikin. Di wê demê de jî gel xwedî li xanî û axa xwe derket. Niha jî li binê konan dimîne û dibêjin ew ê xwedî li axa xwe derkevin û vegerin cih û warên xwe. Ev der warê gelê Şirnexê ye. Em ê jî bêhtir bixebitin. Em ê piştgiriyê xurtir bikin û hewl bidin birînan bipêçin. Hewl tê dayîn bi destê AKP û Qesrê li vî welatî şerekî navxweyî bê derxistin. Em bandora vê yekê li Şirnexê dibînin."

'EM LI DORA ŞIRNEXÊ LI HEV BICIVIN'

Îrmez destnîşan kir, ku eger îro xwedî li Şirnexê neyê derketin, ev agir wê bi her cihî bikeve û ev bang kir: "Divê destek ji gelê Şirnexê re were dayîn. Lazim e mirov bên vê derê û bibînin bê sûcekî çawa yê li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Vî sûcî hê jî dikin. Wê rojekê hesabê van pêkanînên xwe bidin. Muhaqaq wê gel hesabê vê bipirse. Dem ew dem e ku em niha bi rengekî lezgîn birînên xwe bipêçin. Divê em li dora Şirnexê li hev bicivin."

...