Qadên mayinkirî yên li Şengalê tên paqijkirin
Qadên ku li Şengalê di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de hatine azadkirin, ji mayinan jî tên paqijkirin. Heta niha 103 mayin hatin bêbandorkirin.
Qadên ku li Şengalê di çarçoveya Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de hatine azadkirin, ji mayinan jî tên paqijkirin. Heta niha 103 mayin hatin bêbandorkirin.
Şervanên YBŞ/YJŞ’ê li qadên ku bi pêngava ku beriya 5 rojan dabûn destpêkirin ji çeteyan rizgar kirin, paqijkirina mayinan jî didomînin.
Di xebatên paqijkirina mayinan de ku 3 roj in didome, li eniya Sekineye Hayale 50, li eniya Sewrayê jî 53 mayin hatin bêbandorkirin. Di nav mayinên ku nehatine bêbandorkirin de tankereke bi xefik jî heye.
Pisporên mayinan ên YBŞ/YJŞ bi awayekî bênavber xebatên paqijkirinê dewam dikin.