YPG: Li Şêx Meqsûdê 3 çeteyên Koalîsyona Sûrî hatin kuştin
YPG'ê da xuyakirin, ku çeteyên Kaolîsyona Sûriyeyê duh êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin û di encama bersiva hêzên wan de 3 çete hatin kuştin.
YPG'ê da xuyakirin, ku çeteyên Kaolîsyona Sûriyeyê duh êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirin û di encama bersiva hêzên wan de 3 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPG'ê li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û yên Koalîsyona Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîksî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê roja 13'ê Mijdarê danên nîvro û şev bi çekên giran êrîşî gundên Mervanî, Qadriyê û Kardûşan yên li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Çeteyan 14'ê Mijdarê jî hewl dan li pêşiya gundê Qadriyê mayinan bi cih bikin. Mayina çeteyan di nav wan de teqiya û qasî hat zelalkirin 2 çete birîndar bûn."
Li ser êrîşên komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê jî navendê got, "14'ê Mijdarê, çeteyên ser bi Koalîsyona Sûriyeyê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Maranez, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Girê Qestelê giredayî Efrînê. Hêzên me di asta pêwîst de bersiv dan çeteyan.
Çeteyan 15'ê Mijdarê jî ji saet 12.00 heta saet 15.00 ji milê Kil Cibrîn bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên girêdayî Efrînê."
Di dewama daxuyaniyê de li ser encamên êrîşa duh a li ser taxa Şêx Meqsûdê jî ev agahî hat dayîn:
"Çeteyan heman rojê êrîş birin ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Êrîş ji aliyê Mesbah Helebê ve hat kirin û bi qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Çeteyan 15'ê Mijdarê jî hewl dan ji milê Maamela Şiqeyf êrîş bibin ser taxa Şêx Meqsûd. Hêzên me bersiv dan û bi qasî hat zelalkirin 2 çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûrî hatin kuştin."
Navendê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê roja 15'ê Mijdarê jî bi çekên giran êrîş birin ser gundê Birdella yê li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê."