Hevşaredarê Cizîrê Kûnûr hat girtin
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ê ji wezîfeyê hat kirin, pêr li nuqteya kontrolê ya li têketina navçeyê ji hêla polîsên Tirk hatibû binçavkirin.
Kûnûr, ê ku karûbarên xwe li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê qedand, duh êvarî birin edliyeyê.
Piştî îfadeya dozgeriyê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” sewqî Hakimtiya Sûlh Ceza ya Cizîrê hat kirin.
Kûnûr bi heman îdîayê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.