KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
41 kes li Wanê hatin binçavkirin
Polîsên dewleta Tirk duh bi şev avêtin ser gelek malên li Wanê û 41 kes binçav kirin. -
'Divê ciwan ne tenê leşkeriya TC, tevahiya sîstemê red bikin'
Du gerîlayên HPG'ê, ku yek jê piştî leşkeriyê û yê din jî berî leşkeriyê tevlî nava refên gerîla bûn, bang li ciwanan kirin: "Divê her kes xwedî li vê têkoşîna me derkeve, ku em ji bo hemû gelên cîhanê dimeşînin." -
Navenda Şer: Şehba -II
Şehba herêmeke ku ji sedan gundik, 600 heta 1000 gundî û bi dehan bajarokên navbera bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Minbic, Bab û Helebê pêk tê. Piraniya gundên li herêmê gundên Kurdan e. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kaplan li Edeneyê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Kaplan (Bahtiyar Amed) ê li bejahiya Şemzînanê jiyana xwe ji dest da û piştî 6 mehan cenaze radestî malbatê hate kirin, li Edeneyê hate veşartin. -
Gerîlayên ku malbatên wan cerdevan in: Dest ji çekê berdin
Gerîlayên PKK'ê yên malbatên wan cerdevan in, bang li cerdevanan kirin ku dest ji çeka dewletê berdin û tevlî meşa azadiyê bibin. -
Waliyê Tirk ê li Wanê bû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Wezareta Karên Hundir a Tirk Waliyê xwe yê li Wanê Îbrahîm Taşyapan weke Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê wezîfedar kir û da xuyakirin, ku Hevşaredar Bekîr Kaya ji wezîfeyê hatiye girtin. -
Gel xwedî li hevşaredarê xwe derket, lê polîsên Tirk êrîş kirin
Ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, girseya gel li ber avahiya şaredariyê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid û gaza îsotê êrîşî gelê Wanê kirin. -
Ahmet Turk: Nikarin bi me, em ê li ber xwe bidin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm li şûna wî hat bicihkirin, da xuyakirin ku bi van rêbazan nikarin bi wan û got, "Di 12'ê Îlonê û salên 90'î de nekarîn tiştekî bi dest bixin. Niha qet nikarin." -
Li her çeperê destan nivîsand: Fermandara YPJ'ê Dîcle Rojhilat
Fermandar Dîcle ku xeyala wê; gerandina govendê li girê Miştenûrê bû, bi rêya bêtêlê ji hevalên xwe re digot, "Ez ê ti carî serî li ber dijmin netewînim, ez ê bi saxî nekevim dest" pîma bombeya xwe kişand û destanek nivîsand. -
Qeyûm li Şaredariyên Mêrdîn û Sêrtê hatin bicihkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk, qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê kir. -
Ahmet Turk ji wezîfeyê hat girtin, li şûna wî qeyûm hat bicihkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji wezîfeyê hat girtin. Li şûna wî Waliyê Tirk ê li Mêrdînê weke qeyûm hat bicihkirin. -
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Kaya hat binçavkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hat binçavkirin û ew birin emniyeta dewleta tirk. -
12 kes li Dersîmê hatin girtin
Li Dersîmê 12 kes hatin girtin, di nav de Hevşaaredar jî hene. -
Siyasetmedarên ku li Dersîmê hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Hevşarederên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl ên ku danê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfade dan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Şervanê Minbicê li warê xwe hate definkirin
Welatiyên bajarê Minbicê yekem car li herêmê cenazeyê Mûsa El-Docî yê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Dersîmî hê jî li pêşiya avahiya edliyeyê ne
Lêpirsîna hevserokên Şaredariya Dersimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl û siyasetmedarên din ku saetên dibehê di encama serdegirtinên malan a li Dersimê de hatibûn binçavkirin hê jî li edliyeyê dewam dikin. -
Şervanên YPG’ê û Artêşa Şoreşger ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanekî YPG û 2 şervanê Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşger) ên di dem û cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê welatiyên Kantona Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Ji bo dosyayên Tayan û Bor biryara “nependîtiyê” hate dayîn
Di derbarê dosyayên Hevseroka DBP’ê ya navçeya Îpekyolûyê Rojbîn Bor û hevşaredara Îpekyolûyê Bêrîtan Tayan ên ku di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin biryara “nependîtiyê” hate dayîn. -
Hevserokê Şaredariya Sêrtê Bakirhan hate girtin
Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhan ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Cenazeyê Kaplan ê HPG’yî piştî 6 mehan hate teşxîskirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Recep Kaplan ê ku di şerê li bejahiya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA’yê ya 6 mehan û şûn de ji aliyê malbatê ve hate girtin. -
Hevserokên DBP û HDP’ê hatin binçavkirin
Operasyonên qirkrina siyasî ya AKP/Qesrê dewam dikin. Li Agirî, Samsûr, Wan, Edene û Şirnexê ku di nav de hevserokên HDP’ê û DBP’ê hene, gekek kes hatin binçavkirin. -
Şaxê MHD’ê yê Amedê jî hate mohrkirin
Mohre li deriyê Şaxê MHD’ê yê Amedê jî hate xistin. -
Malbata Aydin ku endama YPS-Jin’ê bû cenazeyê keça xwe girt
Endama YPS-Jin Evîn Aydin ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku testa DNA’yê qediyan, cenazeyê keça wan ji goristan bêkesan hate derxistin û radestî malbatê hate kirin. -
HDP’yî li Şirnexê bi gel re hatin cem hev
Piştî ku qedexeya derketina derva ya 246 rojan dom kirî, rabû, bi mebesta ku bi piştevaniyê li gel bikin wekîlên HDP’ê gel ziyaret kirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Odûncû şandin Dersîmê
Cenazeyê gerîlayê HGP’ê Celal Odûncû, piştî ku ji hêla malbata wî ve hate teşxîskirin, ji bo definkirinê ber bi Dersîmê ve hate birin.