Hevserokên DBP û HDP’ê hatin binçavkirin
Operasyonên qirkrina siyasî ya AKP/Qesrê dewam dikin. Li Agirî, Samsûr, Wan, Edene û Şirnexê ku di nav de hevserokên HDP’ê û DBP’ê hene, gekek kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkrina siyasî ya AKP/Qesrê dewam dikin. Li Agirî, Samsûr, Wan, Edene û Şirnexê ku di nav de hevserokên HDP’ê û DBP’ê hene, gekek kes hatin binçavkirin.
AGIRÎ
Li Agiriyê di serdegirtina li ser avahiya navçeyê de hevserokên HDP’ê û DBP’ê ya navçeya Panos a Agiriyê hatin binçavkirin. Hevserokên HDP’ê Vahyettîn Îlgîn û Hevserokê DBP’ê Omer Laçîn ên ku bi îdîaya “Endamên rêxisitinê” û “Propagandakirina rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Midûryeta Emniyetê ya navçeya Panosê.
SAMSÛR
Di serdegirtinên polîsan ên li ser navenda Samsûr û şaredariya Pinarbaşiyê de Bîrsem Tunç a ku namzetê HDP’ê yê hilbijartina 1’ê Mijdarê, endamên PM’yê DBP’ê Sûna Kaymaz û Sûat Demîr, rêveberê DBP’ê yê Samsûrê Yûsûf Bagirci û endamê partiyê Îmam Surgulû, Memet Alî Demîrtaş û kesekî navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.
7 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Emiyetê ya Samsûrê.
Wan
Li Wanê di encama serdegirtinên duh ên malan de hevseroka DBP’ê ya Îpekyolûyê Rojbîn Bor û Hevşaredara Îpekyolûyê Bêrîtan Tayan hatibûn binçavkirin, biryara veşartinê li ser doza wan hate girtin.
Parêzer Bariş Oflaz diyar kir ku wê 5 rojan parêzer bi Bor û Tayan re hevdîtinê bikin, diyar kir ku biryara veşatinê li ser lêpirsînê hate girtin.
EDENE
Li taxa Gubahçe ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê ji ber sedemekî hê nayê zanîn operasyonekî berfireh hate lidarxistin. Hat ragihandin ku hemû kolanên taxê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin, bi sedan polîs beşdarî operasyonê bûne.
Di operasyona ku ji hewayê de helîkopteran destek kir de, bi ser gelek malan de hete girtin. Di çarçoveya operasyonan de nayê zanîn heta niha çend kes hatine binçavkirin.
ŞIRNEX
Di serdegirtinên li herêma Afet Evler a girêdayî taxa Bahçelîevler a Şirnexê de kesê bi navê Fûat Yigît hate binçavkirin û birin Midûryeta Emniyetê y Şirnexê.
Li navçeya Cizîrê jî Bahattîn YAgarcik ê ku li şaredariyê weke şefê Kirîn û Firotinê kar dikir hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku Gagarcik birine Midûryeta Emniyetê ya Cizîrê.