Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Odûncû şandin Dersîmê

Cenazeyê gerîlayê HGP’ê Celal Odûncû, piştî ku ji hêla malbata wî ve hate teşxîskirin, ji bo definkirinê ber bi Dersîmê ve hate birin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Celal Odûncû (Rojhat Dersîm) ê ku yek ji 17 gerîlayên di encama bombekirina bejahiya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dayî, ji hêla malbatê ve li Meletiyê hate teşxîskirin. Ji bo teşxîskirina cenaze, malbata Odûncû danê sibehê çû Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Dema karên otopsiyê, Wekîla Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgitalp û nûnerên MEYADER’ê amade bûn. Malbatê bi wêneyê ku hat nîşandan zarokê xwe nas kir.

Malbatê piştî ku ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da Nexweşxaneya Meletiyê, ji hêla dozgeriyê ji bo îfadeyê hat xwestin. Piştî karûbarên li vir qediyan, cenazeyê gerîlayê HPG'ê Odûncû ji hêla malbatê ve ji morga Goristana Şaredariyê ya Meletî hate wergirtin û ber bi Dersîmê ve ket rê.