Hevserokê Şaredariya Sêrtê Bakirhan hate girtin

Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhan ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhan ê ku di sedegirtina polîsan a bi ser malê de hate girtin û ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar kir hate girtin.Li bendê ye ku Bakirhan ê ku bi sucê “Propagandakirina rêxistin” û “Endamtiya rêxisitinê” biryara girtina wî da ji edliyeyê derbixînin.

Li derve jî rêveberên HDP’ê û DBP’ê, xebatkarên şaredariyê û welatî ji bo piştgiriyê bidin Bakirhan rawestayîne. Derdorî edliyeyê ji aliyê polîsan ve hatiye pêçan.