Navenda Şer: Şehba -II
Şehba herêmeke ku ji sedan gundik, 600 heta 1000 gundî û bi dehan bajarokên navbera bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Minbic, Bab û Helebê pêk tê. Piraniya gundên li herêmê gundên Kurdan e.
Şehba herêmeke ku ji sedan gundik, 600 heta 1000 gundî û bi dehan bajarokên navbera bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Minbic, Bab û Helebê pêk tê. Piraniya gundên li herêmê gundên Kurdan e.
Şehba çima di hedefê de ye? Armanca êrîşên li dijî Şehbayê çi ye?
Şehba herêmeke ku ji sedan gundik, 600 heta 1000 gundî û bi dehan bajarokên navbera bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Minbic, Bab û Helebê pêk tê. Piraniya gundên li herêmê gundên Kurdan e.
Li hin gundan jî Kurd, Ermenî, Asûrî, Tirkmen, Afşar bi hev re dijîn. Tê gotin li herêma Şehbayê bi qasî 800 hezar Kurd hene. Di dîrokê de navê Helebê jî bi yê Şehbayê re dihat bilêvkirin. Lewma ji Helebê re 'Heleb Şehba' dihat gotin. Êrîşên li dijî Şehbayê û hewldanên bidestxistina herêmê, girîngiya wê ya dîrokî û stratejîk radixe pêş çavan.
Serweriya li Şehbayê tê wateya serweriya li Heleb û Efrînê. Serweriya li Şehba û Helebê jî dibe sedem ku derbeke giran li projeya Sîstema Federal a Demokratîk, Neteweya Demokratîk were xistin, ku ev yek xeta bingehîn a Şoreşa Rojava ye. Yek ji cihên sereke ku ev proje dikare lê bi cih were anîn Heleb e. Lewma hemû plan li ser vê herêmê tên meşandin.
PLANÊN BÊ KURD HIŞTINA ŞEHBAYÊ
Rejîma Baasê demeke dirêj siyaseta înkar, tinekirin û guhertina nasnameya herêmê meşand. Polîtîkaya 'Kembera Ereb' jî li ser vê bingehê ket dewrê. Di vê çarçoveyê de hewl hat dayîn, Ereb li herêmê bên bicihkirin.
Ji bo hebûna gelê Kurd a li herêmê tine bike, rejîma Bas ne tenê Ereb li herêmê bi cih kir, di heman demê de, bi armanca bê Kurd hiştina herêmê, sendîka ava kir. Axaftina bi Kurdî li herêmê qedexe kir. Polîtîkaya înkar û tinekirinê ya bi salan dewam kir, bandoreke neyînî li gelên herêmê kir.
Piştî ku gelê Kurd di sala 2012'an de ji Kobanê dest bi meşa xwe ya şoreşê kir û pêl bi pêl li Dêrik, Efrîn, Amûdê û herêmên din belav bû, li herêma Şehbayê jî zexteke giran li Kurdan û hêzên gel ên azadîparêz hat kirin.
Ji sala 2013'an û pê ve, hêzên gel ên azadîparêz li herêmê bûn hedefa êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê, El Nûsra û DAIŞ'ê. Kurdên li herêmê û gelê azadîxwaz, ji ber van êrîşan bi giranî ji herêmê hatin derxistin. Herêm qismî jî be, bê Kurd hat hiştin.
RIZGARKIRINA MINBICÊ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI HERÊMÊ
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di 2'ê Nîsana 2016'an de li ser bendava Tişrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezrandina xwe ragihand, bi desteka hêzên QSD'ê roja 1'ê Hezîrana 2016'an dest bi Pêngava Rizgarkirina Minbicê kir.
Di çarçoveya pêngavê de bajarê Minciê di nava demeke kurt de ji aliyê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve hat dorpêçkirin. Di encama operasyonên rizgarkirinê yên 73 rojan de bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û rizgarkirin.
Piştî ku Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û rizgarkirin, dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ku pişta xwe dispêre dewleta Tirk, bajarê Cerablûs ê Şehbayê dagir kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Cerablûsê bajarokê El Raî yê Şehbayê jî dagir kirin.
RADESTKIRIN-WERGIRTIN A LI ŞEHBAYÊ
Dewleta Tirk ku dît QSD'ê xwe nêzî El Babê kiriye û wê Efrîn û Kobanê bigihîne hev, herêma Şehbayê ku parçeyekî girîng ê axa Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye tevî çeteyên xwe yên Koalîsyona Sûriyeyê dagir kir.
Dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê di bin navê 'Operasyona Mertala Firatê' de dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin û bajarê Cerablûsê bêyî ku şer bike yekser ji çeteyên DAIŞ'ê dewr girtin.
Çeteyên Tirk û Koalîsyona Sûriyeyê yên Cerablûs dagi rkirin, êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê kirin. Ji ber vê yekê şervanan jî bi tundî bersiv dan. Bi qasî du rojan di navbera dewleta Tirk/çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û şervanan de şerekî dijwar qewimî. Bi dijwarbûn û berbelavbûna şer re bi navbeynkariya DYA 'agirbest' hat ragihandin.
Di destpêka meha Îlonê de bajarokê El Raî jî bêyî şer bike ji çeteyên DAIŞ'ê dewr girtin.
Piştî demeke kurt, çeteyekî DAIŞ'ê ji nûçegihanê xwedî tecrûbe yê The Îndependent Patrîck Cockbûrn re axivî û got, "Me Cerablûs neterikandine. Me bi tenê riya xwe qusandine."
Piştî bajar û bajarokên Şehbayê, ku dewleta Tirk 'radestkirin-wergirtinê' dagir kir, berê xwe da bajarê Babê û derdora wê ji bo dagir bike.
Dewleta Tirk di asta herî bilind de dibêje, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê bi ti awayî destûrê nedin korîdora Kurd". Bi vî rengî nîşan da ku wê êrîşkariya li dijî Şoreşa Rojava giran bike.
DYA Û RÛSYA BÊDENG IN
Hêzên navneteweyî bi taybetî DYA û Rûsya, hêzên herêmî Sûriye, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ'ê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêma Şehbayê li pey gelek hesaban e.
Li herêma Şehbayê, ku cihekî girîng e li ser rêgeya Derya Spî, kî çi dixwaze? Kî di kîjan pozîsyonê de ye?
Di rewşa heyî de; Tirkiye di bin navê 'Mertala Firatê' de dest bi dagirkirina axa Bakurê Sûriyeyê kiriye û di sozên daye Rûsya û DYA de zêdegaviyê dike.
Tevî ku ev rewş tehdê li xebata Rûsya û DYA bi QSD'ê re dike jî, nayê payîn ku DYA û Rûsya di demeke nê de helwesta xwe biguherînin.
Eger DYA û Rûsya helwesta xwe biguherînin û dest ji parastina dewleta Tirk berdin, li xeta Cerablûs-Ezazê di demeke kurt de dibe ku bûyer û pêşketinên balkêş derkevin holê. Lê belê ji ber ku DYA û Rûsya guhertinekê nake, ne hêsane ku li xeta Cerablûs-Ezazê pêşketinek di demeke kurt de pêk were. Hevsengiyên di demên navîn û dirêj de biguherin, dibe ku rewşên nû yên xumamî bafirînin.
Rewşa li El Babê jî, ku di hedefa tivingên şervanên QSD'ê de ye, eşkere ye ku hêza leşkerî wê ne tenê diyarker be; rêveçûna têkoşîna siyasî-dîplomatîk wê rewşê diyar bike.
LI ŞEHBAYÊ KÎ LI KU DISEKINE?
Beşeke mezin a herêma Şehbayê ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ve; El Nûsra-Fetîh el Şam, Ehrar El Şam, Cûnd El Eqsa, Siqûr El Cebel, Ceyş El Fetîh, Cephet El Şamiya, Tûgaya Sûltan Mûrat, Eniya Tirkmen a Sûriyeyê, Feylaq Şam, Feylaq 16, Lîwa Hemze, Lîwa 99, Ceyş El Îslam, Eniya Rizgariya Îslamî Sûriye û beşek jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê e hatiye dagirkirin.
Wekî din bajarê stratejîk ê Şehbayê El Bab û bajarokên Til Eran, Til Hasil û Til Belat jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin.
Di heman demê de gelek nuqteyên stratejîk ên navbera herêma Şehba û Kobanê ji aliyê şervanên Cebhe El Ekrad, Ceyş El Siwar, Şems El Şimal û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ne.
Cerablûs û El Raî ku berê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, îro ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê Koalîsyona Sûriyeyê ve hatine dagirkirin. Beşek Mare jî ji aliyê DAIŞ'ê, beşek jî ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin.
KÎ LI KU YE Û ARMANCA WAN ÇI YE?
Hêzên navneteweyî bi taybetî DYA û Rûsya, hêzên herêmî Sûriye, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ'ê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêma Şehbayê li pey gelek hesaban e. Pozîsyona van hêzan bi vî rengî dikarin werin eşkerekirin:
HÊZÊN LI DIJÎ REJÎMÊ DISEKININ
DYA: Bi destwerdana yekser an jî neyekser re bû sedem ku serhildanên gel ên li Sûriyeyê veguhere şerê navxweyî. Tevî hevalbendên wê yên li herêmê Erebîstana Siûdî, Qatar, Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropayê jî, mutefîkê wê yê herî girîng ê li Sûriyeyê weke QSD tê binavkirin, ku li Hol, Tişrîn, Şedadadê, Minbic û herêmên mîna van, serketinên mezin bi dest xist.
DYA tevî nêzîkatiya xwe ya li Şoreşa Rojava, ti carî dest ji pozîsyona xwe ya parastina Tirkiyeyê berneda. Bi helwesta xwe ya dawî re êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên li dijî QSD'ê erê kir.
EREBÎSTANA SIÛDÎ: Bi destwerdana xwe ya yekser an jî neyekser bû sedem ku serhildanên gel ên li Sûriyeyê veguhere şerê navxweyî.
Yek ji hêzên herî girîng e ku komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam li nava axa Sûriyeyê bijî û mezin bibe. Ji destpêka şer û vir ve yek ji mezintirîn fînansorê şer e.
Bi taybetî li herêma Şehbayê bi dewleta Tirk re dixebite û gelek rêxistinên nû ava kir. Ji bo herêmê dagir bike, bi awayekî çalak ew fînanse kir, perwerde kir û bi ser hêzên gel ên azadîparêz ve ajot.
QATAR: Bi destwerdana xwe ya yekser an jî neyekser bû sedem ku serhildanên gel ên li Sûriyeyê veguhere şerê navxweyî.
Qatar jî mîna Siûdî yek ji mezintirîn fînansorên şerê heyî ye. Hê jî di heman pozîsyonê de ye. Yek ji wan hêzan e ku dixwaze herêma Şehbayê ya navbera Hol û Derya Spî de ye, ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ve bê dagirkirin.
Ji ber ku gaza xwezayî û petrola di ser vê xetê re bên herikandin, wê di ser Derya Spî re bigihêje Qatarê û cîhanê.
TIRKIYE: Dewleta Tirk ji destpêka şer û vir ve li Sûriyeyê, polîtîkayek li ser dijminatiya li Şoreşa Rojava, dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li Tevgera Azadiyê ya Kurdan meşand.
Dewleta Tirk ku di roja îro de jî ji bo kanton negihêje hev dibêje "berdêla wê çi dibe bila bibe, divê xwe bigihînin Babê' li herêmê dest bi dagirkeriyê kir.
Dewleta Tirk ji bo van hewldanên xwe yên dagirkirinê rewa bike, gotinên 'herêma tampon', 'herêma ewle' û 'herêma li firînê qedexe' bilêv dike û dixwaze li qada navneteweyî xwe ji aliyê hiqûqî ve ewle bike.
Yek ji cihên sereke ku Tirkiye dixwaze plana xwe ya 'herêma tampon' lê bi cih bîne, Şehba ye.
Tirkiye niha jî ji bo dagirkirina El Babê û pêşîgirtina li xwegihandina hev a kantonan, dîplomasiyê dike. Dewleta Tirk ku dibêje armanca xwe El Bab e, ji bo vê bide qebûlkirin operasyonên Reqa û Mûsilê di rojevê de hişt.
YÊN LI KÊLEKA REJÎMÊ NE
RÛSYA: Hê serhildanên gel ên li Sûriyeyê veneguherîbû şerê navxweyî, ji bo parastina desthilatdariya rejîma Baasê pozîsyona xwe diyar kir.
Bêguman Rûsyayê ev yek ne ji bo rejîma Baasê kir, ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk kir. Du sedemên vê hene. Ya yekemîn; dixwaze bandora xwe ya li Rojhilata Navîn zêde bike. Ya duyemîn jî dixwaze pêşî li belavkariya DYA ya li Rojhilata Navîn bigire.
Rûsya, ji bo rejîma Baasê li ser piyan bimîne û di şer de hevsengiyê bafirîne, tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bû. Û div ê çarçoveyê de bi awayekî çalak ji hewayê piştgirî da hêzên rejîma Baasê û hişt ku rejîm gelek herêman ji nû ve kontrol bike.
Pozîsyona Rûsyayê ya li Şehbayê ne zelal e. Tirkiye ya ku ji hewldana darbeyê DYA berpirsyar dibîne, ji bo demekê ber bi aliyê xwe ve kişand. Destûra ku ji bo pozîsyona Tirkiyeyê daye bi sînor e.
ÎRAN: Ji bo rejîma Baasê li ser desthilatdariyê bihêle, hevsengiyê di şer de bafirîne û nehêle dor were wê, tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bû.
Îranê dît ku di dorê de ew heye û bi fênekiya xwe ya her carê dewam kir: stratejiya 'şer ji xwe vegihere û şer bike'... Yek ji sedemeke tevlîbûna Îranê li şer ew e, ku li dijî tevgerên Wahabî-Selefî yên li Rojhilata Navîn mezin dibe, parastina Şîatiyê ye.
HÎZBÛLLAH: Ji bo rejîma Baasê li ser piyan bigire, hevsengiyê di ser de bafirîne û pêşî li mezinbûna tevgerên Wahabî-Selefî bigire, tevlî nava şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bû.
Ji destpêka şer û vir ve, li her qadê li dijî komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam piştgirî da rejîmê. Îro jî di heman pozîsyonê de ye û bi awayekî çalak desteka xwe ya ji bo rejîmê didomeîne.
Rejîma Baas, Îran û Rûsya bi her awayî alîkariyê didin Hîzbûllahê.
NÛNERÊ XETA POLÎTÎK A SERBIXWE: HÊZÊN GEL ÊN DEMOKRATÎK-ŞOREŞGER
Hêzên demokratîk-şoreşger ên Rojava û Sûriyeyê, ji destpêka şer û vir ve pozîsyona xwe bi nêzîkatiya 'ne bi rejîma Baasê re, ne jî bi çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê re' diyar kirin.
Hêzên gel ên demokratîk-şoreş îro hê jî di pozîsyona xwe ya roja destpêkê de ne. Rêyên têkiliyê hem bi DYA hem jî bi Rûsyayê re vekirî hişt û ji bo çareseriyeke rasteqîn li Rûsyayê bi dehan proje danî holê.
Lê belê ev proje ti carî bi kêrî hêzên navneteweyî nehatin. Herî dawî hêzên gel ên demokratîk-şoreşger sîstemeke federal ji bo Sûriyeyê pêşniyar kirin û lil Rojava-Bakurê Sûriyeyê ev sîstem afirandin.
Hêzên gel ên demokratîk-şoreşger bi têkoşîna xwe, bi serketina li Kobanê re çeteyên DAIŞ'ê li her devera lê rast hat, têk birin. Û kirin ku çeteyên DAIŞ'ê di roja îro de biqelihin. Eger operasyonên Mûsil û Reqayê îro di rojevê de bin, ev yek bi saya hêzên gel ên demokratîk-şoreşger e ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê têkoşîneke bêeman meşandin.
DI ŞERÊ 6 SALAN DE KOÇA MEZIN A NAVXWEYÎ Û DERVE
Li herêma Şehbayê û derdora wê, ji ber şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete DAIŞ, El, Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat û ji ber şerê nava komên çeteyan bi xwe, bi sed hezaran mirovî koçî Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Urdun, Lubnan û welatên Ewropayê kirin.
Gelek mirovên ji cih û warên xwe bûn, hema hema her roj li peravên Egeyê, li peravên Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Îro hê jî di navbera dewleta Tirk û Yekîtiya Ewropayê de li ser mijara sed hezaran penaberî bazareke qirêj tê kirin.
Qadên jiyanê, avahiyên dîrokî, navendên tîcaretê yên ji ber şer ji mirovan xalî bûn, ji aliyê hêzên rejîmê û çeteyan ve hatin talankirin û li bazara Tirkiyeyê hatin firotin.