Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk danê vê sibehê ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hat girtin û Waliyê Tirk ê li Mêrdînê Mûstafa Yaman li şûna wî weke qeyûm hat bicihkirin.
Polîsên Tirk danê sibehê bi maşînên zirxî dor li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê girtin û ketin û derketina avahiyê qedexe kirin. Ahmet Turk piştî girtina ji wezîfeyê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, desthilatdariya AKP/Qesrê dixwaze her kesî şoq bike û bi vî rengî bêdeng bike. Turk got, "Lê belê wê bi ser nekevin."
Hevşaredar Ahmet Turk bibır xist, ku di 12'ê Îlonê û salên 1990'î de jî êrîş û pêkanînên faşîzan ên bi heman rengî hatin kirin û got, "Wê bi ser nekevin. Ew nikarin bi me. Çawa ku me wê çaxê serî netewand, em ê îro jî netewînin."
'BERDÊLA XWE ÇI DIBE BILA BIBE, EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Ahmet Turk da xuyakirin, ku AKP/Qesr hewl didin civakê bixin ava şoqê û wiha dewam kir: "Bi van êrîşên şoqê û zextan dixwazin gel biqutifînin. Lê gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye ku wê bersivê bide êrîşên bi vî rengî û hemû êrîşan pûç bike."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir, pêvajoyeke giran a zext û êrîşê li dijî wan heye û destnîşan kir, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Turk got, "Em ê li ber xwe bidin."