Li her çeperê destan nivîsand: Fermandara YPJ'ê Dîcle Rojhilat
Fermandar Dîcle ku xeyala wê; gerandina govendê li girê Miştenûrê bû, bi rêya bêtêlê ji hevalên xwe re digot, "Ez ê ti carî serî li ber dijmin netewînim, ez ê bi saxî nekevim dest" pîma bombeya xwe kişand û destanek nivîsand.
SEDAT SÛR
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 17 sermawezê 2016, 07:08
Dîcle Rojhliat li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku di nava malbateke welatparêz a destek dida têkoşîna gelê Kurd mezin bû, hê di emrê zarokatiyê de bi welatparêziyê hesiya. Di nava malbatê û derdorê de weke miroveke fedakar, paqij û dilnizm hat naskirin. Dîcle ku xwe ji ezeztiyê vedigirt, ji bo xwe tiştek nexwest û her tim li mirovan difikirî, ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê her kesî ve hat hezkirin û rêz jê re hat girtin.
Di sala 2008'and e cihê xwe li nava refên azadiyê girt. Piştî qedandina perwerdeyê, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Di demekê de ku têkoşîn derket qonaxeke bilind, derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Heta sala 2013'an li vê derê xebitî. Di sala 2013'an de derbasî Garê bû. Li vir jî di dibistana efseran de perwerde dît. Tevî ku ne şervaneke kevn jî bû, bi zîrekî, wêrekî û afirîneriya xwe, ji bo dibistana efseran a ku şervanên kevn û fermandar diçûnê, hate hilbijartin. Li vê derê jî, mîna li qadên din, pratîkeke serketî nîşan da.
Di dibistana efseran de, tevî ku pirsgirêka xwe ya ziman hebû jî, di hemû nîqaşaşn de her li pêş bû, nakokiyên xwe bêtirs parve dikir û hewl dida bersivan jê re bibîne. Di mijara fêhmkirin, têgihiştin û bicihanînê de kedeke mezin da û li dibistana efseran bû yek ji şagirta herî zêde bal kişand. Di xebatên komunê de jî bi taybetmnendiyên xwe yên fedakar ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin.
XEYALA ZAGROSÊ PÊK NAYÊ
Piştî serketin û pêşketineke mezin a li dibistana efseran, Dîcle dixwaze biçe Botanê. Ji hevalên xwe, Zagrosan dibihîze, dil dikeve herêma Zagrosê û dixwaze biçe Zagrosê. Carna henekan bi hevalên xwe dike û dibêje, "Hevalno, gelo ez pirsgirêkek çawa derxînim, ku heval min bişînin Zagrosê". Xeyala Dîcle ya çûyîna Zagrosê bi cih nayê. Li herêma Garê tê wezîfedarkirin.
DILDARA MIŞTENÛRÊ
Dîcle heta sala 2014'an li Garê dimîne. Piştî destpêkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê, pêşniyar dike ku biçe Kobanê. Di rojên ku çeteyan xwe nêzî bajêr kirin de, di dawiya meha Îlonê de êdî xwe gihand Kobanê. Çete hingî xwe nêzî Girê Miştenûrê kiribûn. Ji bo gir kontrol bikin, êrîşên mezin dikirin. Di vê kêliyê de Miştenûr ji bo wê dibe efsane, dibe dildara Miştenûrê. Li çepera Miştenûrê welê li ber xwe dide, ku her kesî matmayî dihêle.
HETA KU JI SERÊ XWE BIRÎNDAR NEBE, DEST JI ÇEPERÊ BERNADE
Di parastina Girê Miştenûrê de dibe efsaneyeke rasteqîn. Dîcle ku di berxwedanê de fermandara tîm bû, bi biryardarî, berxwedêrî û hêza xwe ya çeka giran, bû yek ji sedemên bingehîn ku hesabê DAIŞ'ê yê bidestxistina Miştenûrê di demeke kurt de pûç bibe.
Dema Miştenûr dikeve destê çeteyên DAIŞ'ê hêrsa wê mezin dibe û vediguhere qîrînê. Qîrîna wê ya berxwedanê li hemû eniyên Kobanê di cîhazan de tê bihîstin: "Terikandina Miştenûrê, terikandina çeperan bêrûmetî ye. Em ê vê bêrûmetiyê bi ti awayî qebûl nekin, em ê bi gavekê jî ji çeperên xwe dernekevin."
Ev gotinên Dîcle li dijî çeteyên DAIŞ'ê dibe berxwedêrî, dibe bawerî ji bo hemû şervanan. Şervanên azadiyê bi rêya cîhazê şahidiyê ji tilîliya Dîcle re dikin.
Çepera wê jî êdî vediguhere destana miştenûrê. Dîcle û çepera Girê Miştenûrê êdî dibin yek. Tevî ku biryar hat dayîn bi gavekê vekişîn bê kirin jî Dîcle venakişe. Fermandarên wê bi rêya cîhazê xwe digihînin wê, lê ew ji wan re dibêje, "Ez bi ti awayî gavekê jî bi paş ve navêjim". Dîcle çepera xwe naterikîne, lê li vê derê ji serê xwe birîndar dibe û bi zorê wê digihînin nexweşxaneyê. Di dema mudaxleya doktoran de Dîcle ji wan re dibêje 'Serê min zû girê bidin, ez ê vegerim Miştenûrê'. Tevî vê birîna kujer a li serê wê jî israr dike. Piştre ji ser hişê xwe diçe û êdî tedawiya wê ya bi zor û zehmet dest pê dike. Dîcle dema tê ser hişê xwe, Girê Miştenûrê dikeve destê DAIŞ'ê. Hêrsa Dîcle gelekî mezin e û bi hewldaneke mezin hewl dide zûzû rehet bibe. Dixwaze demek ji ya din zûtir li çepera xwe vegere. Dîcle ku ji bo rizgarkirina Miştenûrê bêsebir e, xeyala wê gerandina govendê li ser Girê Miştenûrê bû.
JI BO EYLEM DENÎZ SONDA TOLHILDANÊ DIXWE...
Dema Dîcle li mala birîndaran bû, hevala ku wê gelekî jê hez dikir, şervana MLKP'ê Eylem Denîz (Sîbel Bûlût) ku yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê ye, li eniya başûr di encama çalakiyeke sabotajê de şehîd dibe.
Dîcle gelekî bi şehadeta Denîz dêşe û ji bo hilanîna tola Denîz dixwaze derhal vegere çeperên xwe. Rojnamevanên ku di van rojan de şerê li Kobanê dişopînin, ji Dîcle dixwaze ji wan re qala Denîz bike. Dema qala Denîz dike gotin di ber de dimîne û piştî wextekê rondik ji çavên wê dibarin.
Dîcle sonda tolhildanê dixwe û dibêje ew ê çeteyên bê esil ên DAIŞ'ê parçe parçe bikin.
JI NÛ VE VEDIGERE ÇEPERAN
Mîna her carê, soza dide bi cih tîne. Li çeperên berxwedanê mîna her carê bi fedakariyeke mezin şer dike. Di her kêlî, her rojê de tola Denîz hiltîne û gav bi gav nêzî xeyala xwe ya rizgarkirina Miştenûrê dibe. Êdî rojên dawî yên sala 2014'an e, pêngava rizgarkirinê dest pê kiriye. Pêngava destpêkê ya sala nû wê Mekteba Reş be. Operasyona Mekteba Reş ji bo Dîcle gelekî girîng e; eger dibistan bê kontrolkirin wê ber bi Miştenûrê ve operasyon dest pê bike. Dibistan wê rêya ber bi Girê Miştenûrê ve veke. Dîcle bi coş û kelecan xwe ji bo vê operasyonê amade dike. Dîcle bi xeyala gerandina govendê li ser Girê Miştenûrê gav bi gav nêzî vê xeyala xwe dibe.
DESTAN DIÇE SERÎ; PÎMÊ BOMBEYA XWE DIKIŞÎNE...
Rojên dawî yên meha Kanûnê ye. Operasyona Mekteba Reş dest pê dike. Dîcle û hevalên wê bi rê dikevin. Dîcle weke fermandara tîm tevlî operasyonê dibe. Lê bi sekna xwe, bi fedakarî û şervaniya xwe, bi baweriya ku dide şervanên xwe, mîna fermandara eniyê ye. Operasyon dest pê dike. Dîcle bi tena serê xwe asê dimîne, çete dorê lê digirin. Ji bêltê ji hevalên xwe re dibêje, "Xwe bi ti awayî nêzî xanî nekin, çete dor li avahiyê digirin. Kemînan datînin derdorê. Eger hûn werin hûnê şehîd bikevin, neyên." Dîcle dest bi nivîsandina destanê dike.
Van gotinan bi rêya bêtêlê ji hevalên xwe re dibêje: "Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Meraqa nekin, ez ê serî li ber dijmin netewînim."
Şervanên li Kobanê careke din ji bêtêlê li destana Dîcle guhdarî dikin. Dengê 'tilîli'ya Dîcle, hêrsa wê ya ji dijmin, ji bêtêlê deng vedide. Mîna ku ya dor lê hatiey girtin ne ew e, çeteyên DAIŞ'ê ne... Heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe dide fermandar Dîcle. Û dema çete dikevin hundirê avahiyê, pîma bombeya xwe dikişîne, bi dehan çeteyan îmha dike û ew jî şehîd dibe.
Şervana destanî ya her mewziyê, dildara Miştenûrê piştî Zagrosê vê xeyala xwe ya li Miştenûrê jî nikare bi cih bîne. Nikare li ser Girê Miştenûrê govendê bigerîne, lê dibe pêşenga vê govendê!
Şervanên YPJ'ê dema xwe digihînin ser Girê Miştenûrê, bi tilîliya wê vê xeyala Dîcle Rojhilat bi cih tînin.