Şaxê MHD’ê yê Amedê jî hate mohrkirin

Mohre li deriyê Şaxê MHD’ê yê Amedê jî hate xistin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) ku ew jî di nav wan 370 komeleyî de bû ku ji hêla AKP’ê ve biryara girtina wê hatibû dayin, îro deriyê wê hate mohrkirin. Peywirdarên Maseya Komeleyan a Walitiya Amedê li gel polîsan li avahiya komeleyê hêjmartin kirin. Di dema hêjmartinê de serok û rêveberên komeleyê jî amade bûn.

Hevserokê Komeleyê Parêzer Devrîm Bariş Baran li ser girtekê ku piştî hêjêrtinê ji wan re hate teblîgkirin, ‘’biryara ku hatî standin dijî hiqûqê ye û neheq e. Tişta ku tê kirin kêfî ye û ne hiqûqî ye’’nivîsî û piştre jî girtek îmze nekir. Piştre jî deriyê komeleyê hate mohrkirin. Roja Şemiyê jî deriyê Navenda Giştî ya MHD’ê jî hatibû mohrkirin.

Hevserokê Komeleyê Baran got, ‘’girtina mekanên fizîkî wê nikaribe rê li ber têkoşîna me ya hiqûq û demokrasiyê bigire’’