Testên DNA’yê ya endama YPS-Jin Evîn Aydin (Arjîn Amed) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, bi encam bû. Malbatê dema ku pê hesiya zaroka wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo cenaze were teşxîskirin 4’ê Tebaxê mînaka xwînê dabûn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Malbat pê hisiya ku cenazeyê keça wan bêyî ku haya wan pê bixin li Goristana Bêkesan a Meletî hatiye veşartin.
Piştî ku bi mînaka xwînê ya ku ji malbatê hatî wergirtin encamê testa DNA’yê teqez bû ku cenaze yê Aydin e, anîn bajêr. Cenazeyê ku ji hêla malbatê ve ji goristana bêkesan hate derxistin, ji bo ku were veşartin, birin gundê Hezanê ya Licê ya Amedê. Wekîla Amedê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp û rêveberên MEYA-DER’ê jî hazir bûn û bi malbatê re bûne alîkar.