Cenazeyê Kaplan ê HPG’yî piştî 6 mehan hate teşxîskirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Recep Kaplan ê ku di şerê li bejahiya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA’yê ya 6 mehan û şûn de ji aliyê malbatê ve hate girtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Recep Kaplan (Bahtiyar Amed) ê ku li gel 7 hevalên xwe 5’ê Hezîranê di şerê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn, di encama testa DNA’yê de, radestî malbatê hate kirin.

Malabata ku ji çapemeniyê pê hesiya ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye, ji bo teşxîskirinê 13’ê Tîrmehê çûbû Meletiyê lê cenaze nehatibû teşxîskirin.

Piştî kû nimûneya xwînê hate raber kirin û şûn de agahî dan malbatê, hate diyarkirin ku cenazeyê zarokê wan li goristan bêkesan hatiye definkirin.

Piştî karûbarên fermî temam bûn û şûn de, malbat li gel rêveberên MEYA-DER’ê, cenaze ji goristanê derxistin, ji bo definkirinê ber bi navçeya Seyhan a Edeneyê ve bi rê ketin.