BI DÎMEN

Gerîlayên ku malbatên wan cerdevan in: Dest ji çekê berdin

Gerîlayên PKK'ê yên malbatên wan cerdevan in, bang li cerdevanan kirin ku dest ji çeka dewletê berdin û tevlî meşa azadiyê bibin.

Sîstema Cerdevaniyê ku di salên 1980'yî de li Tirkiyeyê bi armanca parastina daristanan hat afirandin, niha weke mertalekê, ji bo pêşî li mirina leşkeran bê girtin tê bikaranîn.

Di çarçoveya projeya topyekûn a tinekirinê de artêşa Tirk bi pêşengiya cerdevanan li herêma Zagrosê operasyonan dimeşîne. Cerdevanên gundên li vê herêmê pêşengiyê ji van operasyonan re dikin. Gundiyên welatparêz ên li herêmê, rastiya plana artêşa Tirk a kuştina Kurdan bi destê Kurdan, radixin pêş çavan. 

GUNDÎ: CERDEVAN NEBIN NIKARIN DERKEVIN OPERASYONÊ

Gundiyên Girana yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dibêjin, cerdevan nebin leşker nikarin dest bi operasyonê bikin, nikarin li herêmê tevbigerin. Gundiyekî Girana, ku ji ber ewlekariya jiyanê nexwest navê xwe eşkere bike, wiha axivî:

"Bi giranî cerdevanên li gundên Rûbarok û Girana pêşengiyê ji operasyonên li herêma Şemzînanê re dikin. Hejmara cerdevanên ku bi dilxwazî tevlî operasyona dibin, bi qasî ku nîne, kêm e. Ji bo tevlî operasyonên li herêma Zagrosê bibin, pereyekî gelekî zêde ji cerdevanan re tê dayîn.

Cerdevanên ku vî pereyî qebûl nakin, gef li malbata wan tê xwarin. Sedemeke vê heye: Cerdevan nebe, leşker nikare derkeve operasyonê. Ji ber ku bi çiyayên Zagrosê nizanin, dizanin ku operasyona wan a dijî gerîla wê bê encam bimîne. Rewşa derûnî û moralê leşkeran qet nebaş e. Gelek leşker hene, ji bo tevlî operasyonan nebe xwe birîndar dikin an jî bi hesreteke mezin li benda hatina zivistanê ye, ku operasyon nebe. Hin fermandarên leşkerî jî îstifa dikin. Leşker bê dil tevlî operasyonan dibin. Li qada Mêrgê leşkerek bi rengekî 'nediyar' mir. Tê gotin ku ji tîna miri ye; lê belê nediyar e ev leşker çawa miriye. Hemû leşkerên tevlî operasyonê dibin bê îrade ne û ne ji dil in. Ji bo leşkerên bi zorê tevlî operasyonê dibin netirsin, fermandar operasyonê ji leşkeran re nabêjin ku li ser giran yekîneyên gerîla hene."

GERÎLA: NEKEVIN XEFIKAN; BERÊ XWE BIDIN RÊYA RASTIYÊ

Zarokên cerdevanan ên li nava refên gerîla ne, bang li cerdevanên ku li herêma Zagrosê tevlî operasyonan dibin, kirin. Gerîla destnîşan dikin ku divê êdî cerdevan bi plana 'kuştina Kurdan bi destê Kurdan' bihesin û bang li malbatên xwe jî dikin: "Dest ji çekan berdin û bes zarokên xwe bikujin."

Li herêma Zapê ku operasyon lê dewam dike, gerîla Vejîn Agirî ji kekê xwe yê cerdevaniyê dike xwest, dest ji çekê berde:

"Dijmin bi bikaranîna cerdevanan dixwaze komkujiyê bike. Li Sûr, Cizîr, Silopiyayê di komkujiyan de cerdevan bi kar anî. Wekî din di vê demê de li Zagorsê jî hewl dide heman komkujiyê li gerîla bike. Hewl de cerdevanan tevlî hemû operasyonan bike û bi vî awayî bi ser bikeve. Divê cerdevan êdî hişyar bibin. Nekevin xefika 'kuştina bira bi destê bira'. Di vî şerî de bira bi destê bira dikujin.

Dest ji çekên dijmin berdin. Pêwîste cerdevan bes bikevin vê xefikê. Lazim e berê xwe bidin rêya rastiyê û dest ji çekan berdin."

Gerîla Agît Bagok jî, ku malbata wî cerdevan e, dide ku sîstema cerdevaniyê polîtîkayeke qirêj e, "Şerekî topyekûn tê meşandin. Cerdevan jî tevlî vê operasyonê dibin. Di serî de malbata xwe ez ji hemû cerdevanan re dibêjim. Malbata min a li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê cerdevaniyê dike, li dijî PKK'ê, li dijî min çekê radike. Banga min ev e: Dest ji çekê berdin û berê xwe bidin rêya rastiyê. Eger tevgera PKK'ê ya ku hûn çekê lê dikişînin nebe, hûnê werin kuştin. Lazim e ev baş were zanîn. Bagn li malbata xwe û hemû cerdevanan dikim, ku dest ji çekê berdin."

'PERE ŞÊWEYEKÎ KOLEDARIYÊ YE'

Gerîla Arîn Goyî ku bavê wê cerdevan e û ew bi xwe jî li Zapê di çeperê de ye got, "Malbata min cerdevan e. Ji ber ku rastiya xwe ya Kurdîtiyê nizane, cerdevaniyê dike. Lê ewqas komkujî hatin kirin, lazim e vê baş bibîne û binirxîne. Ewqas hevalên gerîla şehîd dibin. Tevî vê yekê jî dest ji çekê bernadin. Yê ku îro li hevrêya min, hevrêyê min çek rakir, wê sibe li dijî min jî rake. Ti cudahî di navberê de nîne."

Goyî da xuyakirin, ku ew ji bo azadiya gelê xwe û Rêberê xwe têdikoşe û got, "Gelo çawa dibe, malbatek zaroka wan gerîla ye radihêje çeka dijmin! Divê li komkujiyên hatine kirin binêrin û rastiya dijmin bibînin. Dixwazin wan bi pere bikirin. Cerdevanî jî, pere jî şêweyekî koledariyê ye."

'DIVÊ MALBATÊN BERXWEDÊR JI XWE RE MÎNAK BIBÎNIN'

Gerîla herî dawî bang li malbata xwe kir:

"Ez malbateke bi vî rengî qebûl nakim. Ew malbata gerîla ne. Bila haya xwe ji vê hebe. Û li rastiya partiyê vegere. Li Sûrê, Cizîrê, Silopiyayê dayik çawa li ber xwe didin, divê malbata min jî, cerdevanên din jî bi heman rengî li ber xwe bidin û li ber dijmin rabin. Divê ew jî tevlî meşa azadiyê bibin. Ez îro li vir di çeperê de me; ji bo Rêberê xwe, malbata xwe û hevrêyên xwe şer dikim. Dixwazim bi xurtî li ber xwe bidim. Yekane daxwaza min ew e, ku di serî de malbata min hemû cerdevan dest ji çekê berdin."