41 kes li Wanê hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk duh bi şev avêtin ser gelek malên li Wanê û 41 kes binçav kirin.

Li Wanê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk davêjin ser malan. Tevî binçavkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, li Elbakê 3, li Erdîşê jî 37 kes hatin binçavkirin.

ELBAK

Li navçeya Elbak a Wanê, polîsan danê sibehê bi hevdemî avêtin ser malan. Polîsên ku deriyên aniyan şikandin, heqaret li mirovan xwarin. Di encama serdegirtinan de rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Yilmaz Bozkûrt li taxa Hafîziye, rêveberên DBP'ê yên Navçeyê Nîhat Ayhna û Guner Orhan jî li taxa Barişê hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.

ERDÎŞ

Li navçeya Erdîşê jî 37 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin ku rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Îbrahîm Çîftçî jî di nav de ye. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê.