Şervanê Minbicê li warê xwe hate definkirin

Welatiyên bajarê Minbicê yekem car li herêmê cenazeyê Mûsa El-Docî yê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Bi sedan j welatiyên bajarê Minbicê ji bo oxirkirina şervanê azadiyê Mûsa El-Docî li pêşiya nexweşxaneya bajarê Kobanê kom bûn.

Mûsa El-Docî di 14’ê Mijdarê de li herêma Meqte El-Hecer a dikeve Başûrê rojavayê bajarê Minbicê ji ber teqîna mayîneke ku çeteyên DAIŞ’ê bicih kiribûn, jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî ku girseya ji Minbicê darbesta cenazeyê şehîd wergirt, bi konvoyekî wesayîtan ve ber bi gundê El-Heyê yê li gundewarê Minbicê ve kete rê.

Konvoya cenaze diketina gundê El-Heyê ji aliyê sedan welatiyên Minbicê ve hatin pêşwazîkirin. Konvoya cenaze ji wir berê xwe dan Goristana El-Şemaliye ya li ser rêya bajarê Cerablûsê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û wiha got: “Lehengiya şehîd Mûsa tê naskirin. Ew beşdarî Pêngava Rizgarkirina Minbicê bû da ku ji qirêjiya DAIŞ’ê xelas bike. Ew kesekî li ser aramiya bajarê xwe bi xîret bû. Ji bo em bibin layîqê cangoriyên xwe divê em ji bo pêşketina welatê xwe û avakirina wî kar bikin.”

Piştre jî nasnemaya şehîd ji aliyê Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê Şervan Mûslim ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre li ser darbesta şehîd dûa û nimêja cenaze hate kirin û di nava tilîlî û durişmeyan de hate veşartin.