Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Kaya hat binçavkirin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hat binçavkirin û ew birin emniyeta dewleta tirk.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya hat binçavkirin û ew birin emniyeta dewleta tirk.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin mala Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û avahiya şaredariyê. Li mala Kaya û avahiya şaredariyê lêgerîn hat kirin.
Lêgerîna li avahiya şaredariyê dewam dike. Polîsên Tirk Kaya binçav kirine û ew birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li bajarê Wanê.
Tevî Bekîr Kaya, Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Yilmaz Berk, mîmar Zelal Tanli û xebatkarê şaredariyê Cûma Koyluoglû hatin binçavkirin.
Tê gotin, hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe.